Di sê salan de ev nexşe temam kir

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 13 Sibat 2024 - 00:13

Hunermendê bi navê Anton Thomas ji bo bi rêya ajalan balê bibe ser dinyayê nexşeyeke bi resm ya ku tije çûk in çêkir. Wî navê “Wild World” (Dinyaya wehşî) li berhema xwe kiriye. Wî ev nexşerê bi qelemên rengo rengo çêkiriye û ji bo karibe temam bike bi tevahî sê salan li ser xebitiye.

Di vê nexşerêyê de bi tevahî 1.642 ajal hene. Anton Thomas li kîjan parzemînê kîjan ajal dijîn yeko yeko nîşan dide û cih daye 7 parzemînên li ser rûyê dinyayê. 

Anton Thomas ji bo berhemê xwe got; “Min xwest dinyayê bi çav û nihêrîneke cuda nîşan bidim. Ev nihêrîn di heman demê de balê dibe ser ekosîstemê jî. Ekosîstema ku em bi heywanan re parve dikin. Her wiha dikarim bibêjim ev nexşeya ku min sêwirandiye ew ê bihêle ku xelk ji hewyanên li dinyayê bêhtir hez bike. Wekî din xelk dikare weke çavkaniyekê jî bikarbîne vê dinyaya ku min bi resman sêwirandiye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.