Dewleta Elman dixwaze penaberê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Kavan Heidari dersînor bike. Kavan Heidari li balefirgeha Hamburgê di hepsa dersînorkirinê tê ragirtin. Ji bo ku biryara dersînorkirinê bê rawestandin, ev 10 roj in Kavan Heideri ketiye rojiya mirinê, ne dixwe û ne jî vedixwe.
Heidari sala 2017’an di ser Romanyayê ve çûye Elmanyayê. Elmanya dixwaze wî dersînorî Romanyayê bike. Ji ber ku ditirse wê paşê wî dersînorî Îranê bikin, heideri çalakiya xwe daye destpêkirin.
Heideri endamê Hizbî Demokratîkî Kurdistanê ya Îranê ye û dibêje, Îran ji bo min gelekî tehlûke ye. Ji bo betalkirina dersînorkirina wî kampanyayek li ser înternetê jî hat destpêkirin.
Parlamenterên partiya Çep (Die Linke) a eyaleta Hamburgê Dr. Carola Ensslen û Cansu Ozdemir mijara dersînorkirina Heideri birin parlamena eyaletê jî. Wan ev pirsên ha jî ji hikûmeta eyaletê kirin:
- Kavan Heidari ji kengî ve di rojiya mirinê de ye, tibî hûn çawa lê miqate ne? Rewşa wî ya tenduristiyê niha çawa ye?
- Heger jiyana wî bikeve tehlûkeyê hûn ê tevdîrên çawa bigirin?
- Di rojiya mirinê de ew ê ji înfeksiyona COVID-19 ‘ê çawa bê parastin?
HAMBURG