Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya QSD-YPG-YPJ'ê li Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê di 28'ê Adarê de bi navê "Operasyona Ewlehî û Mirovî" dest bi operasyoneke berfireh kirin.
Operasyona ku 6 hezar personelên ewlekariyê tevlî bûn, dewam dike. Heta niha 9 endamên DAÎŞ'ê hatine girtin. Di nava girtiyan de çeteyê bi navê Ebû Seed El Iraqî jî heye ku demeke dirêj karê peydakirina çeteyan ji bo DAÎŞ'ê dikir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku xizmetên însanî yên pêwîst di dema operasyonê de bênavber dewam dikin. Di roja diduyan a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê de, tuneleke veşartî di nava kampê de hate dîtin.
Li gel tunelê, her wiha cilên leşkerî yên ji aliyê çeteyan ve hatine veşartin, gelek laptop û telefon jî hatin bidestxistin û hejmarek gumanbar jî hatin girtin.
Tê texmînkirin ku wê operasyon hê çend rojan dewam bike.
ANHA/QAMIŞLO