Di maçê de dewleta Tirk rûreş kirin

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 7 Mijdar 2022 - 02:49

Li Oberhaûsenê, di dema Maça Global Boks de êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bi hildana pankartekê hatin şermezarkirin.

Aktîvîstên tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TêkoJIN, li bajarê Elmanyayê Oberhaûsenê roja 5'ê Mijdarê di dema Maça Global Boks de li ber hezaran kesî, pankartek hildan.

Aktîvîstan pankarta "Jin jiyan azadî" hilda û bi hezaran kesî dirûşma "Jin jiyan azadî" got.

Wê şeva boksê gelek maç hatin lîstin, bi pêşengiya boksorê Kurd Îsmaîl Ozen ev şev birê ve çû. Îsmaîl Ozen diyar kir ku wan şev diyarî Jîna Amînî kirye.

Ozen bang li temaşekeran kir da ku bi ronahiya telefona xwe ya destan jinên berxwedêr ên li Rojhilata Navîn bi bîr bînin.

Aktîvîstan ji bo balê bikişînin ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî jî pankart hilda û berxwedana gerîla silav kir.

Li salonê, komên nijadperest jî alên Tirk û Azerbaycanê hildan û hewl dan provokasyonê bikin.

Beşdarên Elman elaqeyeke mezin nîşanî çalakiya TCŞ û TêkoJIN da û hêzên ewlekariyê jî komên faşîst ji qadê birin.

ANF/OBERHAUSEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.