Di hundirê min de hezar jin hene

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 30 Çile 2021 - 03:53

  • Zêrîn Elî: Di hundirê min de hezar jin hene, û her jinek çîrokeke wê heye divê mirov lê guhdarî bike. Jin di rewşên xwe hemiyan de çi dê be, keç yan yar be, mezin be an piçûk be, îkona bedewiyê ye.

RÊŞAD SORGUL

Zêrîn Elî hunermendeke ciwan a ji Qamişloyê ye. Ew niha li bajarê Elmanyayê Darmstadtê dimîne. Tevî ku li zanîngehê muhendîsiya çandiniyê dixwîne, bala wê her li ser xêzkirin û rengandinê bûye. Gotinên wê yên li ser bedewiyê bivê nevê Ehmedê Xanî û Mem û Zîna wî tînin bîra mirovî: “Ez dixwazim di cîhana Kurdan de cihê huner zêde hebe. Bedewî û xweşikî mafê her kesî ye, û mafê Kurdan e. Jiyan bi huner xweş dibe.” Em bi Zêrîn Elî re li ser hunerê wê û fikra wê ya li ser huner peyivîn.
  
Te kengî dest bi xêzkirina resim kir û çi bû sedem tu bikevî nav vê meydanê, çi te dikişîne nava ba û bahozê hunerî?

Hezkirin û hestên dil û hinavên min sala 2013ʼan xwe di serê tiliyên min de dane der û guliyên wan hûnandin. Belkî jî bi awayekî ji awayan, hestên min qalikên xwe dişikandin û li ser tabloyan şax berdidan. Dibe ku ev şêweyekî xweazadkirinê û serbestkirinê bû.

Şert û mercên xirab li Sûrî di dema şer de sersedemek bûn da ku zanibim ez ji resm hez dikim. Pencereyek bû, min pê li dinyayeke din dinêrî. Hingê ji bo xwendinê jî min pirr zehmetî dikişandin. Ji ber kêmbûna elektrîkê neçar dimam li ber ronahiya lampeyê xwendina xwe bikim. Di rewşeke wilo de min hewl dida ku xêz bikim û bi vî awayî bêhna xwe berdim. Bi kurtî dikarim bibêjim, çîroka min wilo dest pê kir.

Di resm de babeteke te ya sereke heye? Di xêzkirin û rengan de te xwe gihandiye stîlekê ango mirov dikare qala awayê xêzkirinê yê Zêrînê bike yan jî hê jê re heye?

Di wêneyên min de jin cihekî berfireh digirin. Di tabloyên min de weke rengekî sereke xuya dikin. Ez dibêjim, “Di hundirê min de hezar jin hene, û her jinek çîrokeke wê heye divê mirov lê guhdarî bike. Jin di rewşên xwe hemiyan de çi dê be, keç yan yar be, mezin be an piçûk be, îkona bedewiyê ye. Ji ber vê yekê hûn ê wê di gelek wêneyên min de bibînin. Bêguman peyamên min di nava wan de dipişkivin û gelek caran ew weke pêşniyazan in.
Der barê pirsa li ser stîlê de vê dikarim bibêjim; her çiqasî awayekî berbiçav xuya bike hebe jî lê stîlekî bi temamî dilê min lê rûniştî yan jî ez bibêjim, temam êdî ev e, tineye. Ji ber ku ez hez dikim gelek awayên hunerî biceribînim û heta ji destê min bê gelek dibistanên wê bibînim, heta ku dilê min bikeve cîh an jî wisa weke perperokeke huner her xwe li gulekê deynim û biresimînim.

Tu dema diresimînî, pêşî armancekê datînî ber xwe yan jî bi çi awayî dest bi resmekî dikî? Yan jî tu bi taybetî peyamekê dixe nava resmê xwe?

Ez tenê di resman de dikarim berê xwe bidim cîhaneke din... Cîhaneke kes lê tine. Bi saya huner, ez ji vê çerxa ku em tê de ne, direvim ta ku ez zêdetir karibim bi destê xwe bim. Ji ber ku di dinya huner de ez dikarim li dinyayeke azad û bê serûbinî bijîm. Ji lewra, peyama di nava resmê min de her azadî ye.

Bi giştî resam berhemên xwe weke zarokên xwe dibînin, tu berhemên xwe çawa dibînî û destê te li wan digere tu wan bifiroşî? Tu rast dibînî ku mirov bi resim debara xwe bike?

Huner bedewî ye. Ji mafê her kesî ye ku bi bedewiyê şad û bextewar be. Ji ber vê yekê, divê hunermend ne xweperest be û ezezî be. Lê dema tabloyên xwe dan kesekî hez dikin, ew qedirşinas be, ji wan hez bike û bi nirxê wan zanibe. Lê ez ne pê re me ku mirov tenê ji bo firotinê biresimîne. Ango ne alîgir im ku huner bibe karekî debar û qezencê.
Çawa ku hûn jî dizanin ez niha li Elmanyayê dimînim. Min pêşengeya xwe ya yekem li vir di sala 2018ʼan de amade kir. Ji bo vê galeriyê şaredariya Eppertshausenê alîkariyeke baş û dostane kirin. Ez malavahiya wan dikim. Pirr ji can û dilê nêzî min bûn, nexasim xanima bi navê Stefani ji serî heta dawî bi amadekariyan re têkildar bû. Her tişt bi dilê min meşiya. Pêşangeh bi navê “Dengê tabloyên min” hat organîzekirin. Ji bo sê tabloyên min xwazgînî çêbûn û min ew dane wan. Herçiqasî min ew di berdêla mîqdareke dirav de dabe jî ez wê weke firotin û debarê nabînim. Ya rastî ez gelek kêfxweş bûm ku hin kesan tabloyên min xwestin.
Di heman demê de ez tevî hevalên xwe yên hunermend di RengArt de di pêşangehên hevpar de beşdar bûm. Mîna pêşengeha “Künstler für Rojava”.

Ji bo siberojê plan û projeyeke te heye? Armanca te çi ye?

Ji bo siberojê plana min a dema nêz heye. Ez dixwazim pêşengeh û galeriya xwe ya diduyan çêkim. Ez dixwazim di cîhana Kurdan de cihê huner zêde hebe. Bedewî û xweşikî mafê her kesî ye, û mafê Kurdan e. Jiyan bi hunerê xweş dibe. Belkî jî sirra azadiyê jî ev e. Û ez hez dikim her peyrewê vê azadiyê bim.

Resm hilma min e

Li ser pirsa tu  ji bo resim hebe, dikarî çi feda bikî, ew wiha li me vedigerîne: “Ez bi armanceke taybet dest bi xêzkirinê nakim, lê belê hestê min, min dajon ku ez dest bi xêzkirina tabloyekê bikim. 

Ez di nava huner de hest bi jînê dikim, bi kêf, hewas û hinekî delodînî. Di vê jînê yan jî cîhanê de hûn ê seherekê min di dest de qehwe, li ber mûzîkekê bibînin ku ez tiştekî nû xêz dikim. Û ev jîna min e. Ew hilma min e.”

Zêrîn Elî kî ye?

Ew li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Wê li zanîngehê beşê endezyariya çandiniyê xwendiye. Ew niha jî li bajarê Darmstadtê Elmanyayê dimîne. Ew di çarçoveya xebatên întegrasyona biyaniyan de antronoriya werzîşê dike. Di vê xebatê de wezîfeya wê ew e ku ji bo întegrasyona penaberan di nava civaka Ewrûpî de organîzekirina çalakiyên werzîşî ne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.