Di goreke komî de 10 cenaze

Pêncşem 16 Kanûn 2021 - 22:45

  • Di navbera gundên Xere û Duracî yên ser bi bajarokê Zinane yê Kifrî de goreke komî hat dîtin. 

Di navbera gundên Xere û Duracî yên ser bi bajarokê Zinane yê Kifrî de goreke komî hat dîtin. Cenazeyên 10 kesan jê hatin derxistin. Ev gora komî di encama operasyona hêzên pêşmerge ya li dijî DAIŞ’ê de hat dîtin. Ji bo derxistin û lêkolînkirina gora komî tîmekî hikûmeta Iraqê ji Bexdayê çû cihê gorê. Ji gorê heta nûçeya me dihat amadekirin, 10 cenaze hatibûn derxistin. Li gorî zanyariyên fermandarên pêşmerge, guman hene ku ev cenaze yên 13 polêsên Iraqî bin ên ku sala 2018’an çeteyên DAIŞ’ê ew girtibûn û dîmenên wan belav kiribûn.

KELAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.