- Benjamin Brimelow dibêje, Tirkiye keştî, tank û mûşekên nû çêdike da ku eskeriya xwe xurt bike û peyamekê bide endamên mayî yên NATO´yê.
"Tirkiye keştî, tank û mûşekên nû çêdike da ku eskeriya xwe xurt bike û peyamekê bide [endamên mayî yên] NATO´yê", ev sernivîsa meqaleya Benjamin Brimelow e. Beriya çend rojekî Business Insiderê meqale weşand.
Nivîskar balê dibe ser ceribandinên mûşekên hêzên deryayî yên dewleta Tirk a dagirker û dibêje, "Ev serketina herî nû û herî darîçav a pîşesaziya eskerî ya dewleta Tirk bû, ya ku dîrokî timî girêdayî şirketên DYE û Ewrûpî bû da ku eskeriya xwe nû bike."
Ew vê weke pesnekî tesbît nake. Ew behsa sedemên vê bipêşketinê -şerê li dijî Kurdan, Rûsyaya xurt û ambargoya hin endamên NATO´yê - nîşan dide û paşê dibêje, ev bi pêşketin "peyamek e" ji bo endamên mayî yên NATO´yê. Lê peyameke çawa? Gava vê dinirxîne kêm dimîne û temê behsa reqîbbûna di firtotina sîlehan de ya dewleta Tirk dike.
Ew jî peyameke hinekî lawaz e: Ew ji bo helîkopterên xwe yên êrişê T129 ATAK motorên Emerîkî, ji bo tankên xwe yên Altay topên Elman, û ji bo keştiyên binêavê Reîs jî sîstemên serbixwe yên êrişa li dijî hêzên hewayî yên Elman bi kar tîne. Ew ji bo teknolojiyê berê xwe bide Ukrayna û Koreya Başûr jî, jê nayê ku hin teknolojiyên rojavayî texlîd bike.
Li gorî Stephen Flanagan, zanyarê siyasî ji bo Rand Corporation kar dike û ji Benjamin Brimelov re peyiviye, ev peyama hanê ew e ku dewleta Tirk wê karibe di meseleya firotina sîlehan de jî bibe reqîbek. Nivîskar pirsgirêkên li Derya Spî yên bi Fransa û Yewnanistanê re nabîne, û nabêje ku ev peyam dikare weke qebqebûyeke li dijî van endamên NATO´yê bi xwe jî be.
NAVENDA NÛÇEYAN