Di êrişa DAIŞ'ê de rola Tirkiyeyê

Çarşem 9 Sibat 2022 - 22:36

  • Dîrektorê Çavdêriya Mafê Mirova a Sûrî (SOHR) Ramî Ebdulrehman piştrast kir ku hin şandeyên DAIŞ'ê yên êrişî Hesekê kirin, ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de hatine û êriş kirine.

ARAM HUSEÎN  / ANF/ŞEHBA

Dîrektorê Çavdêriya Mafê Mirova a Sûrî (SOHR) Ramî Ebdulrehman piştrast kir ku hin şandeyên DAIŞ'ê yên êrişî Hesekê kirin, ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de hatine û êriş kirine.

Dîrektorê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Girtîgeha Xiwêranê ya li Hesekê ji beşa Erebî ya ANF'ê re nirxandiye.

Ramî Ebdulrehman diyar kir ku bi êrişa li Hesekê re armanc revandina girtiyên li girtîgehê hemûyan bû û destnîşan kir ku hin şaneyên DAIŞ'ê ji Girê Spî û deverên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, tevlî êrişê bûne.

Ramî Ebdulrehman got, "Ev komên terorîst di heman demê de bi mehan xwe amade kiribûn û bi planeke mezin ev êriş kirin." Ramî Ebdulrehman anî ziman ku li gorî agahiyan, serçete Qardaşî yê xwînxwarê civaka Êzîdî der barê vê êrişa qirêj de hatibû agahdarkirin.

Ebdulrehman bal bire ser hovîtiya ku DAIŞ'ê li girtîgehê kir û got, karmendên girtîgehê bi rengekî hovane hatin şewitandin.

Ramî Ebdulrehman îşaret bi berpirsyariya Koalîsyona Navdewletî kir û anî ziman ku ne tenê piştgiriya bi hêzên QSD'ê de diviyabû koalîsyonê bi roleke mezintir rabûya û devereke taybet ji bo girtiyên DAIŞ'ê ava kiriba.

Ramî Ebdulrehman her wiha rola dewleta Tirk a di êrişê de bi bîr xist û got, dewleta Tirk li dijî hêzên QSD'ê şerekî taybet ê ragihandinê meşand, ji bo karibe rewşeke taybet li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê biafirîne ku DAIŞ jê sûdê wergire. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.