Di bin dorpêçê de cenaze veşartin

Şemî 9 Îlon 2023 - 00:15

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Botan Êriş (Mahmût Tekîn) ê ku di 28’ê Adarê de li qada Alanduz a herêma Cîlo ya Colemêrgê di şer de şehîd bûbû, ji goristana bêkesan a Serê Solan a girêdayî navenda Colemêrgê hate wergirtin. Cenaze anîn goristana li Taxa Seyrantepe ya navçeya Bismilê ya Amedê. 

Polîsan dora goristanê girtin û nehiştin ji xeynî malbatê kes tevlî merasîma cenaze bibe. Tekîn ji aliyê endamên malbatê ve hate veşartin.

Leşkeran gef li malbatê xwarin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Rêwan Sûrûc (Peyam Demîr) ku ew jî di heman şerî de şehîd bûbû, piştî 5 mehan radestî malbata wê hate kirin. Malbatê cenaze ji Goristana Bêkesan a li Serê Solan a Colemêrgê wergirt û ji bo veşartinê ber bi gundê Şewramezin ê navçeya Pirsûsê ya Rihayê ve bi rê ket. Malbat danê sibê gihişt gund û di bin dorpêçê de cenaze veşart.

Beriya cenazê bigihê navçeya Pirsûsê, gundê Şewramezin û derdora goristanê ji aliyê leşkeran ve hat dorpêç kirin. Leşkeran ji bilî ferdên malbatê destûr nedan ku te kes tev li merasîma cenaze bibe. Leşkeran gef li malbatê xwarin ku heke ji bilî wan kes tev li merasîma cenaze bibe wê cenaze birevînin. Leşkeran ji bo wêne û dîmen li ser goristanê neyên kişandin dest dan ser telefonên ferdên malbatê yên tevlî merasîma cenaze bûn. 

Wê malbat şîna xwe li Rihayê dayne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.