Di bin dorpêça polêsan de veşartin

Çarşem 20 Cotmeh 2021 - 01:44

  • Gerîlayê HPG’ê Firat Gîzlenç (Sîdar Farqîn) li navçeya Farqîn a Amedê hat veşartin. 

Gerîlayê HPG’ê Firat Gîzlenç (Sîdar Farqîn) li navçeya Farqîn a Amedê hat veşartin. 

Malbata Gîzlenç piştî ku bihîst zarokê wan şehîd bûye, ji bo ku cenaze bigirin pêr çûn Şirnexê û serî li Dozgeriya Şirnexê dan. Piştî ku dozgeriyê destûr da, malbat ji bo ku cenaze teşhîs bike çû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî ku malbatê cenaze teşhis kir, cenaze radestî malbatê hat kirin.

Malbata ku cenaze teslîm girt, ji bo ku cenaze defin bikin ber bi navçeya Farqînê ve bi rê ketin. Malbat êvarî gihişt Farqînê û di bin dorpêça polîsan de li Mizgefta Hafiz Hoca ya Taxa Qulfa ya Farqînê, wecîbeyên olî yên cenaze pêk anîn. Piştre dîsa di bin dorpêça polêsan de ji bo ku cenaze defin bikin, cenaze birin Goristana Taxa Qulfayê.

Ferdên malbatê û bi sedan kes tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polês û wesayîtên zirxî de hat veşartin. 

Sîdar Farqîn li Şirnexê di encama êrîşa hewayî ya arteşa Tirk a dagirker de 14-15’ê Cotmehê şehîd bûbû. 

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.