Bahoza tropîkal a bi navê Kompasû li girava Lûzonê ya li Filîpînan da. Ev girava herî mezin a Filîpînan e. Ji ber bahozê erd heziya û lehî rabû.
Rayedaran diyar kir ku herî kêm 9 kes mirine û 11 kes jî winda ne.
Bahoza Kompasûyê piştre berê xwe da Behra Çînê ya Başûr.
Her sal nêzî 20 bahozan li Filîpînan didin.
NAVENDA NÛÇEYAN