Di 5 salan de 13 caran eriş kirin

Pêncşem 12 Îlon 2024 - 03:00

  • Xelkê Mexmûr ku ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koçber bûn, hîn jî ji êriş û bombebaranên dewleta Tirk xilas nebûye. Di nava 5 salan de 13 caran wargeha Mexmûr hate bombebaran kirin.

Xelkê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di sala 1994’an de, piraniya xwe ji Herêma Botanê, ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçar man koçî Başûrê Kurdistanê bikin.

Ji roja koçber bûn heya niha, dewleta Tirk bi rê û rêbazên cûda êrişî penaberan dike. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê gelek caran ambargo danî ser xelkê wargehê, rê li wan girt û komkujî pêkanîn.

Tevî NY û Iraqê êriş pêk hat

Bi taybet ji sala 2017’an ve dewleta Tirk a dagirker êdî bi rêya balafirên şer û bê mirov, xelkê wargehê dike hedef.

Herî dawî jî pêr carek din wargeh hate bombebaran kirin. Dewleta Tirk bi rêya balafirek bê mirov û bi çek, pêr maleke wargehê bombebaran kir. Mala ku hatî hedef girtin, ya Dayikên Aştiyê bû. Di encama êrişa hovane de 3 jinên bi navê Gulê Ozek, Edîbe Paksoy û Ezime Kabul ji deng û hêza guleya balafirê bandor bûn. Dema êrişê gelek balkêş bû, ew 12 roj bûn şandeyên Neteweyên Yekbûyî û Iraqê di nava wargehê de mal bi mal digeriyan. Şandeyên NY û Iraqê pêr jî li malan digeriyan, ji bo nasname, kartên erzaq û serjimêriyê karê xwe dikirin. Lê tevî hebûna nûnerên Neteweyên Yekbûyî û Iraqê jî dewleta Tirk êriş kir. Iraq tevî vê jî bêdenge. Dewleta Tirk di nava 5 salan de 13 caran wargehê bombebaran kir.

Bombardumana 5 salan

* 18’ê Tîrmeha 2019’an balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encamê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.

* 15’ê Nîsana 2020’an balafirên keşfê yên bi çek yên dewleta Tirk a dagirker wargehê bombe kir. Di vê êrişê de 3 jinên ciwan şehîd bûn.

* 15’ê Hezîrana 2020’an balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Wargeha Şehîd Rûstme Cûdî (Mexmûr) Çiyayê Qereçox û devera Miştenûr bi dijwarî bombe kir.

* 5’ê Gulana 2021’an de dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî Wargehê kir.

* 3’ê Îlona 2021’an dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov navenda Mexmûr bombe kir. Di encamê de dayikek û zarokek birîndar bûn. 

* 1’ê Sibata 2022’an de balafirên şer bi awayek dijwar Wargehê bombe kir. Di encamê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn. Gelek kes birîndar bûn.

* 21’ê Gulana 2022’an li Wargehê ji aliyê balafirek bê mirov a bi çek ve wesayîtek hate bombe kirin. Di encamê de Hecî Mîrza Elî şehîd bû.

* 5’ê Tîrmeha 2022’an li Wargehê li dijî malekê êrişa hawayî ji aliyê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk ve pêk hat. Di encamê de kesek birîndar bû. 

* 29’ê Tebaxa 2022’an balafirek bê mirov a bi çek ya dawleta Tirk a dagirker li Wargehê malek bombebaran kir. Di encamê de Ebûzêt Abdullah Dêrhînî yê bavê 6 zarokan şehîd bû.

* 7’ê Cotmeha 2023’an balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker mizgefteke wargehê bombe kir. Di encamê de jinek û du zarok birîndar bûn. 

* 13’ê Cotmeha 2023’yan jî balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk dagirker maleke li wargehê bombe kir û di encamê de jinek birîndar bû.

* 17’ê Cotmeha 2023’an li gundê Kanî Kendî ya ser bi navçeya Koye ya Hewlêrê, wesayîta malbateke xelkê wargehê, ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker ve hate bombe kirin. Di encama êrişa hovane de, ciwanê bi navê Dilovan Îşlek şehîd bû, 3 jin jî birîndar bûn. 

* Herî dawî pêr balafireke bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk, maleke li nav wargehê bombe kir. Di encamê de 3 jinên bi navê Gulê Ozek, Edîbe Paksoy û Ezime Kabul ji deng û hêza guleya balafirê bandor bûn.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.