• Li Tehranê di nava 48 saetan de, 84 bûyerên hewldana întîharê rû dane û ji van jî 12 kes mirine. 

Li paytexta Îranê Tahranê, di nava 48 saetan de, 84 bûyerên hewldana întîharê rû dane û ji van jî 12 kes mirine. 

Li paytexta Îranê ya Tahranê, di nava 16 û 17’ê Nîsanê de, 84 bûyerên hewldana întîharê hatine qeydkirin. Ajansa Nûçeyan a Jinê (NU JINHA) ev nûçe belav kiriye.  

Hat diyarkirin ku yek ji sedemên herî mezin ên întîharên li bajêr zêde bûne, bêkarî ye û ev tenê beşeke hejmarê ye ku di çapemeniyê de xuya dike. yanî dibe ku hejmara bi rastî ya hewldanên xwekuştinê û bûyerên xwekuştinê zêdetir be.

TEHRAN