- Li Nisêbînê di operasyonên qirkirina siyasî de gelek zarok jî kirin nezaretê.
Li Nisêbînê di operasyonên qirkirina siyasî de gelek zarok jî kirin nezaretê.
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de li Nisêbînê polêsan avêt ser gelek malên li taxa Firatê.
Di serdegirtinên malan de tîmên taybet herî kêm 4 zarok (13 ta 17 salî) kirin nezaretê. ji bilî wan Hakan E.´yê 19 salî jî hat girtin.
Hate ragihandin ku di dema serdegirtinê de polêsan li nava malan geriyane û telefon jî desteser kirine.
Di serdegirtina 12 malan de polêsan ya zarokên bi navê M.A. (16), F.A. (17), A.A. (15), H.E. (13) û ciwanê bi navê Hakan E. (19) kirin nezaretê.
F.A. yê 17 salî beriya 10 rojan di qezayeke trafîkê de birîndar bûbû û piştî emeliyatê li malê dermankirina wî dewam dikir.
MÊRDÎN