Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li Amedê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Tecrîdkirina bi awayekî şidandî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Parêzerên ji bo Azadiyê (OHD) û Meclisa Dayikên Aştiyê li Amedê hat protestokirin.
Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê û gelek welatî li Çerxerêya Oryil a li hêla Parka Koşuyoluyê, li Bîrdariya Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê û li Batikentê kom bûn. Ji bo ku girse negihîje hev, polîsan rê hemû girtin.
Xelkê nerazîbûn nîşanî dorgirtina polêsan da, gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” got.
Polês wê bên dadgehkirin
Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy jî nerazîbûn nîşanî dorgirtina li xelkê ya bi destê polêsan da û got, “Hûn dê bên dadgehkirin. We li pêş çavên min li jinan xist.”
Xizmên girtiyan jî tevlî çalakiyê bûn. Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada ku ev demeke Nobeta Edaletê digire jî got: “Tekane daxwaza me edalet e. Ji bo ku bêedaletiya li Tirkiyeyê bi dawî bibe, em îro hatine vê derê.” Ji xizmên girtiyan dayika Ciwan Boltan, Nazîme Boltan jî got ku tekane daxwaza wan edalet e.
Vîna Amedê têk naçe
Tevî dorpêça polêsan jî girse piştî demeke dirêj li noqteyên cuda yên rê hate ba hev. Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan li vê derê got, “Em dixwazin ku malbat û parêzerên birêz Ocalan biçin serdana wî.
Mafê hevdîtinê yê birêz Ocalan heye. Niha zilm û heqareteke mezin heye. Li dijî gelê Amedê zilmeke mezin heye. Li her deverê tecrîd heye û hêj didome. Hewl didin bi rêya tundiyê vîna gelê Amedê têk bibin. Bi sedan sal e vîna Amedê têk neçû. Em qebûl nakin ku rêberê vî gelî bê tecrîdkirin. Em dibêjin ku muxatabê herî mezin birêz Ocalan e. Daxwaza gel pirr zelal e.”
Daxuyanî hatin dayîn
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî di bin dorpêçê de bang li xelkê kir û got, “Ziravê wan diqete. Weke ku hûn jî dibînin her dever tecrîdkirî ye. Tevahiya cîhanê faşîzm û daxwaza we ya şer dibîne. Dinya hemû dizane ku hûn faşîst in. Hewcehî nîne hûn mertalên xwe bilind bikin.”
Di axaftina Aydenîz de polêsan hewl da ku rojnamevan dîmen û wêneyan negirin û ji bo vê jî mertalên xwe bilind kirin.
Polêsên dagirkeriya Tirk, bi êrişa xwe ya li dijî meşê, rêveberê HDP’a Êlihê Yakup Orak û rêveberê Rêxistina Navçeya Navendî ya DBP’a Êlihê Hayrettîn Degîrmencî kirin nezaretê.
AMED