Komeke ji 7 gerîlayan pêk dihat di şeva 28-29’ê Tebaxa 2021’an de li Xelîfanê ya li ser Ava Zapê ketin kemîna PDK'ê û di encamê de 5 gerîla şehîd bûn. Yek ji van şehîdan jî gerîla Tolhildan Raman bû. Dayik Ayşan Temîr û xwişka şehîd Evîn Temîr ên ku heta niha nizanin cenazeyê wan li kur e, bal birin ser êrişên dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê û piştgiriya xwe ya ji bo gerîla anîn ziman.

Em li rex gerîla ne

Dayik Ayşan got:“Dewleta Tirk êrişê gerîla dike, êrişê Rojava dike. Li Rojava herî kêm heta niha me 12 hezar ewladê xwe, şehîd da. Gerîla ewladên me ne. Dewleta Tirk naxwaze gelê Kurd bibe xwedî parçeyek ax. Ji bo ku em li welatekî azad bi aramî nejîn, çi ji destê wî tê dike. Destketiyên Kurdan qebûl nake. Gerîla pêşengê gelê Kurd e û ji bo gelê Kurd canê xwe feda dike. Bi hedefgirtina gerîla re dixwaze li dijî gelê Kurd qirkirinê bike. Hebûna xwe di têkbirina gerîla de dibîne. Lê belê eger difikire ku wê gerîlatiyê biqedîne, ew di nava şaşîtiyeke mezin de ye" û anî ziman ku ew li rex gerîlaya YJA-STAR û HPG'ê ne.

Bila cenazeyê me bidin me

Dayik Ayşan, ji bo cenazeyê keça xwe Tolhildan Raman bigire, li ber Deriya Sînor a Sêmalka 111 roj beşdarî çalakiya konê bû. Dayik Ayşan, da xuyakirin ku cenazeyê Tolhildan di destê PDK’ê de ye û daxwaza cenazeyê keça xwe kir û got:“Keça min Tolhildan di kemîna PDK'ê de şehîd bû. Jixwe re dibêje Kurd, lê destê wî di xwîna keça min de heye. Dewleta Tirk û PDK’ê yek in. Tolhildana min piştî Rêbertî dîl hat girtin, ji bo doza gelê Kurd biparêze, biryara tevlîbûna nava gerîla dabû. Ti eleqeya PDK'ê bi biratiyê re nîne. Di xeta îxanetê de kûr dibe û dewam dike. PDK’ê naxwaze gelê Kurd bibin yek.”

PKK avakarê gelê Kurd e

Xwişka şehîd Tolhildan Evîn Temîr, anî ziman ku beriya têkoşîna azadiya Kurd destpê bike jî dewleta Tirk li dijî gelê Kurd êrîşên qirkirinê pêk dianî û got:“Ji bo xeyalên xwe yên Osmanî bi encam bikin, têkoşîna azadiyê weke xeteriyek li dijî xwe dibînin. PKK’ê nûner, pêşeng û avakarê doza gelê Kurd e. Xwişka min bi destê PDK’ê hat şehîd kirin. Pozisyona PDK’ê şermeke mezin e. Di demeke ku li ser gelê Kurd êrişên dijwar hene de PDK'ê xwe neda kêleka Kurdan. Ji cihgirtinê wêdetir, bi dijmin re bû alîkar. Divê PDK’ê cenazeyê xwişka min teslîmê me bike. Gerîla ewladên gelê Kurd in. Yên ku di azadiya gelan de israr dikin, li pey rêya Têkoşîna Azadiyê ya Kurd in. Kurd, Ereb û yên din li nava refên gerîla li dijî dewleta Tirk mil bi mil şer dikin, canê xwe feda dikin. Weke gelê Rojava em li cem têkoşîna gerîla ne. Ji ber ku têkoşîna gerîla têkoşîna gelan e.”

ANF/NÛJIYAN ADAR