Dewleta tirk piştgiriyê dide me
Şemî 16 Mijdar 2024 - 01:50
2 çeteyên girtî dan zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê bi rehetî tev digerin û nexweşxaneyeke taybet ji bo dermankirina wan li wir heye. Çeteyan bi lêv kir ku dewleta tirk piştgiriyê dide wan.
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn 6'ê Mijdarê Operasyona Ewlehiya Domdar li kampa Holê û derdora wê ragihandibû. Di operasyona 7 rojan de 79 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin û tunel hatin rûxandin.
2 çeteyên ku li kampa Holê hatine girtin, hûrgiliyên erkên xwe yên di nava rêxistinê de anîn ziman.
Bariq Fewaz Suhêl ji bajarê Enbar ê Iraqê ye, bi rêya apê xwe Suhêl El Ebid (Ebû Yehya) berpirsê Enbarê yê tevlêkirina nava DAIŞˈê, tev li DAIŞ`ê bûye. Bariq Suhêl di nava DAIŞˈê de wek nûçegihan dixebitî, li gelek herêmên Sûriye û Iraqê geriyaye.
Bariq Fewaz Suhêl di şerekî li herêma Ekaşat de ku bajarekî Iraqê ye, birîndar bûye. Piştî dermankirinê qebûl nekiriye ku careke din tev li DAIŞ'ê bibe, ji ber wê hatiye girtin.
Çete Bariq Fewaz Suhêl destnîşan kir ku piraniya amûrên ragihandinê bi rêya Tirkiyeyê werdigirtin û got: "Gelek amûrên nûjen mîna kamerayan, ji Tirkiyeyê digihaştin me."
Bi pêşketina QSD'ê ber bi herêmê ve û derbeyên hêzên Koalîsyona Navneteweyî re, bav, ap û zavayê çete Bariq Fewaz Suhêl ên di nava DAIŞ`ê de tên kuştin.
Piştî ku QSD ber bi Dêrazorê ve bi pêş dikeve, çete Bariq qaçaxçiyekî bi navê Ebû Yeqîn îqna dike ku biçin herêmên di bin kontrola QSD'ê de. Ebû Yeqîn qebûl dike. Ji ber wê çete Bariq tevî malbata xwe bi rê dikeve, lê Ebû Yeqîn rêyeke tijî mayîn nîşanî wî dide.
Di wê rêyê de mayinek bi çete Bariq de diteqe û di encamê de lingê wî tê qutkirin. QSD wî û malbata wî xilas dike û dibe nexweşxaneyê.
Piştî demekê çete Bariq li kampa Holê dimîne, lê karê xwe bi çeteyên DAIŞ'ê re didomîne û destek û amûran ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de werdigire. Di vî warî de got: "Tevahî amûr bi rêya Heleb, Ezaz, Girê Spî, Eyn Îsayê, ji Tirkiyeyê tên. Heta birîndarên DAIŞ`ê dibin nexweşxaneyên li Tirkiyeyê û tên dermankirin."
Çete Hisên Henûş Xelef El Ibêdî yê ji navçeya El Baac a parêzgeha Mûsilê ya Iraqê jî di Operasyona Ewlehiya Domdar de hate girtin.
Çete Hisên got piştî ku artêşa Iraqê ber bi El Baacê ve bi pêş dikeve, ji wir direvin û diçin herêma Deşîşe ya Hesekê. Li wir kurê wî yê bi navê Haris di şer de tê kuştin.
Çete Hisên karê xwe yê belavkirina mehaneyên çeteyan ên ku ji herêmên di bin dagirkirina dewleta tirk de û Tirkiyeyê tên, didomîne.
Her du çeteyan destnîşan kir ku DAIŞ hewl dide xwe di nava kampa Holê û derveyî wê de bi rêxistin bike.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN