- Aldar Xelîl destnîşan kir dewleta Tirk hebûna xwe di tinekirina Kurdan de dibîne, ew ji avabûna pergaleke demokratîk ditirsin, çikû dizanin ku pergaleke demokratîk ava bibe wê aşkere bibe ku Tirk ne xwediyê van xakan in, ji ber vê jî hilbijartina rêveberiya xwecih ku tê payin li Rêveberiya Xweser bê kirin ji bo xwe weke mijara manûnemanê dibine.
HÎVDA HEBÛN / QAMIŞLO / ANF
Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl têklidarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û hilbijartinên tê payin ku li Rêveberiya Xweser bêne lidarxistin axivî.
Aldar Xelîl anî ziman ku dewleta Tirk bi taybetî jî rejîma AKP-MHP hebûna xwe di tinekirina Kurdan de dibîne û got, "Hebûna xwe di tasfiyekirina projeya demokratîk de dibînin. Li gorî wan, eger projeya neteweya demokratîk werê bicihanîn, eger gelê Kurd mîna gelên din bibe xwedî maf û jiyaneke azad, wê dawî li Tirkan bê. Çima di nava tirseke bi vî rengî de ne? Ji ber ku Komara Tirkiyeyê dema ava bû li ser tinekirina Kurdan ava bû.’’
Xelîl bi domdarî diyar kir wê aşkere bibe ku Tirk ne xwediyê vê xakê ne, ji dere hatine, dijî Kurdan, Asûran, Ermenan û gelek civakên din komkujî û talan kirine û got,’’Ya ku jê ditirse ev e. Ji ber vê jî dixwaze dagirkeriyê berfireh bike û hikumê xwe li ser hemû gelan pêk bîne. Lewma Kurdan weke dijminê xwe yê sereke dibîne. Dewleta Tirk ne tenê hewl dide ya di destê xwe de biparêze, li gel parastina ya berê her ciha dixwaze herêmên nû dagir bike.’’
Tirk ji sîstemeke demokratîk ditirsin
Xelîl destnîşan kir dewleta Tirk naxwaze li Sûriyeyê sîstemeke demokratîk ava bibe, timî piştgiriyê dide komên çete û çete jî ji bo wan dixebitin. Xelîl got,’’Binihêrin, ev çete birin her deverê. Ji Somalî heta Lîbyayê, Azerbaycanê û li dijî gerîla jî da şerkirin. Van çeteyan li hemberî gelek welatan bi kar tîne. Yek ji van welatan jî Sûriye ye. Ev çete li Idlib, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi kar anîn. Hîn jî dixwaze li herêmên cuda bi kar bîne. Yanî dewleta Tirk naxwaze Komareke Sûriyeyê ya demokratîk ava bibe. Dixwaze Sûriye timî di destê çeteyan de be û bi vî rengî armanca xwe ya Osmanî bi cih bîne."
Têkilî hilbijartinê bi mijara siyasî nîne
Aldar Xelîl têkildarî mijara hilbijartinên şaredariyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî ku herî dawî ji bo meha Tebaxê hate taloqkirin, bi bîr xist sal bûn ku amadekariyên hevpeymana civakî di rojevê de bû, ji hemû pêkhateyên gelan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîsyonek ji 158 kesan hate avakirin, dawiya sala derbasbûyî ev hevpeyman hate erêkirin û ragihandin û got,’’Ti eleqeya vê bi mijarên siyasî û yekîtiya welêt nîne. Ev yek mijareke xizmetê ye. Pêwendiya xwe bi jiyana civakî heye. Lê belê dewleta Tirk û hin hêzên ku pê re di nava hevkariyê de ne qebûl nakin. Li ber radibin. Ji ber ku eger pêk were wê hingî xizmeteke hîn baş ji gel re bê kirin. Wê pirsgirêk bêne çareserkirin, rêxistiniya civakê hîn xurt bibe, rêveberiyên xwecihî hîn xurt bibe. Vê naxwazin. Heta ji wan tê hewl didin li ber vê rabin.’’
Tirk ji hilbijartinê ditirsin
Xelîl bi domdarî anî zimên hilbijartinên rêveberiyên xwecihî gaveke destpêkê bû, ya duyemîn û ya herî girîng jî ji nû ve birêxistinkirina meclîs û komunman e û got,’’Ew ewqasî ji hilbijartinên şaredariyan ditirsin, gelo di hilbijartinên din de wê çi bikin? Hilbijartinên şaredariyan e lê belê wan gotin wê Sûriyeyê parçe bikin, gotin Kurd dewleteke nû ava dikin. Yanî di dema hikumeta Şamê de jî li van herêman şaredarî hebûn. Bi vî rengî hilbijartinên şaredariyan dihatin kirin.’’
Wê bibe mînaka demokrasiye
Xelîl got,’’Berê jî şaredarî hebûn. Wê demê Sûriye parçe bûbû? Na. Îro jî bi heman rengî şaredarî hene lê belê vê carê bi rengekî demokratîk kar tê kirin. Ew naxwazin îradeya gelan bê destnîşankirin. Dixwazin li herêmê timî zext û tundî hebe. Lê belê gelê me xwedî li îradeya xwe derdikeve. Xwedî li projeya xwe derdikeve. Her kes dixwaze ev hilbijartin pêk were û dixwaze ji bo tevahiya herêmê weke mînakeke demokrasiyê bê nîşandan.’’
Divê em piştgirê biryarê bin
Xelîl diyar kir ya girîng ew e ku bi hev re piştgiriya vê biryarê were kirin, Rêveberiya Xweser dixwaze vê pêk bîne, Desteya Hilbijartinê ya Bilind biryar li ser vê daye û got,’’Hemû partiyên siyasî û pêkhateyên gelan divê em piştgiriyê bidin vê yekê. Beriya vê partiyan digotin di asteke têrker de amadekarî nekarîne bikin, dem kêm bû. Desteya Hilbijartinê ya Bilind dema hilbijartinê kir meha Tebaxê ku ev yek baş bûye, niha divê her kes di nava amadekariyan de bin. Divê careke din neyê gotin, em ne amade bûn.’’
Em ê bi rihê Kobanê bi ser bikevin
Di dewama axaftina xwe de Aldar Xelîl bi bîr xist ku 25'ê Hezîranê salvegera êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê ye, destnîşan kir berxwedana Kobanê guhertinên gelekî mezin pêk anî, bû hêz û navenda guhertinê û got,’’Eger em bi ruhê Kobanê têkoşîna xwe dewam bikin, zanim ku em ê serketinên hîn mezin bi dest bixin. Em ê karibin destketiyên xwe jî biparêzin. Wê demê li ber destê me ti derfet nebû, lê me encameke bi vî rengî bi dest xist. Îro wê encamên hîn mezin û bi wate bêne afirandin. Berxwedana Kobanê li gelê me pîroz dikim."