- Wezareta Parastina DYE’yê, ji Enqereyê re got, ji bernameya F-35'ê hatiye derxistin.
Wezareta Parastina DYE’yê, ji Enqereyê re got, dewleta Tirk bi fermî ji bernameya F-35'ê hatiye derxistin.
Di bernameyê de DYE, Birîtanya, Îtalya, Holanda, Awustralya, Danîmarka, Kanada, Norwec û dewleta Tirk hebûn. Dewleta Tirk di pêngava yekem de xwestibû 100 balafirên F-35A bikire.
Sala 2018’an 4 balafirên F-35 ji bo Tirkiyê hatibûn şandin, lê balafir li DYE’yê ne, pîlotên Tirkiyê jî tevlî bernameyê hatibûn kirin. Piştre jî dîsa 2 balafirên F-35 dan Tirkiyeyê.
Ji ber aloziya S-400 a navbera Tirkiyê û DYE’yê, ev 6 balafir ji Tirkiyeyê re nehatibûn şandin û di çarçoveya budçeya parastina 2020’an de biryar hatibû dayîn ku van ji Hêzên Hewayî yên DYE’yê bikirin.
Heman demê, Tirkiyeyê ji bo balafirê 1005 parçe hildiberandin. DYE’yê ji Kanûna 2020’an ve ji bo bidestxistina 1005 parçeyan bi giştî berhemhênerên nû dîtine.
WASHINGTON