Dewleta Tirk du welatî şehîd kirin
Çarşem 28 Îlon 2022 - 00:56
Hate ragihandin ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi balafirên bêmirov û biçek a doh a li dijî Girkê Legê ya ser bi Kantona Qamişloyê de, du welatî şehîd bûne.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li xaçerêya gundê Til Ceman (5 kîlometreyan dûrî navçeya Girkê Legê) ya ser bi kantona Qamişloyê, wesayîtek bombe kiribû.
Hate diyarkirin ku di êrişê de 2 welatî şehîd bûne.
Heta ku nûçeya me dihat amadekirin jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê daxuyanî nedabû.
QAMIŞLO