Dewleta Tirk avê wek çek bi kar tîne

Çarşem 4 Hezîran 2025 - 03:30

Dewleta Tirk a dagirker ev 6 sal e ku ava vexwarinê wek çekekê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne. Dewleta Tirk ava bîrên Elokê ji ser bajarên Hesekê û Til Temirê û gundewarên derdora wan qut dike, lewma zêdetirî milyonek û nîv mirov bê av mane. Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê (2019) bajarê Serêkaniyê dagir kir, ava bîrên Elokê jî qut kir. Şêniyên bajarên Hesekê û Tel Temirê yên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 6 sal e ji ber peydakirina ava vexwarinê êş û azaran dikişînin. 

Bi hatina demsala havînê û zêdebûna germahiyê re, ji ber kêmbûna ava vexwarinê, êş û azarên xelkê girantir dibin. Xelk neçare ava bîrên şor bikar bîne, ew jî bi kêrî vexarinê nayê, tenê ji bo karanîna navmalî ye. Lewma ava vexwarinê ji tankeran bi buhayên giran bikirin. Asim Hemê yê ji Til Temirê got:"Nêzîkî 6 sal e li herêmên ji Til Temirê heta Şedadê ku dirêjahiya wan ji 130 km û firehiya wê ne kêmtirî 130 km ye û 50 km fireh e, ax zuha bûye û bûye çol. Sedema vê yekê jî ew e ku dewleta Tirk piştî dagirkirina Serêkaniyê ava bîrên Elok qut kiriye. Hikumeta demkî li Şamê divê erkên xwe derbarê vê rewşa xerab de pêk bîne. Ev rewş jiyana nêzîkî milyonek û nîv kesên sivîl dixe metirsiyê.” Xidir Hac Eyûb ê ji Til Temirê got:"Em ava vexwarinê ji tankeran dikirin, ew jî pir buha ye. Buhayê tankeke avê 35 hezar lîreyên sûriyeyî ye û tenê têra du rojan dike. Ev barekî giran e li ser malbatan. Em bang li Rêveberiya Xweser dikin ku alternatîfên guncav peyda bike, ji ber ku rewş nebaş bûye û divê xebatên hevbeş ên herêmî û neteweyî hebin ji bo kêmkirina êş û azarên xelkê.”

Bêdeng nemînin

Rêvebera Dayireya Avê ya Şaredariya Gel a Til Temirê Hemdiye Kûtî got:"Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bêdeng nemînin û ji bo rawestandina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û qutkirina ava vexwarinê  bi lez têkevin nava tevgerê.” Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava 4 salên dawî de tevî destwerdana rêxistinên navneteweyî yên wekî UNICEF jî, zêdetirî 28 caran ava bîrên Elokê li bajarên Til Temir û Hesekê qut kirine. Ji Hezîrana 2023`an ve heya dema nivîsandina vê raporê av bi tevahî qut bûye.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.