Piştî ku KCDK-E û TJK-E´yê bang li Kurdistaniyan kir da ku ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê seferber bibin, Kurd û dostên wan ji seranserê Ewrûpayê kampanyayê alîkariyê bi rê ve dibin û alîkariyan dişînin. Ji bo kordînekirina alîkariyan li Elmanya, Fransa, Ingilîstan, Swîsre, Awusturya, Kanada federasyonan û komeleyan maseyên krîzî ava kirin.  

Fderasyona Komeleyên Mereşê yên Demokratîk (MARDEF) jî jki bo alîkariya mexdûrên erdhejê dixebite. Hevberdevka MARDEF´ê Fîdan Yildirim got, “Em bi FEDA´yê re kar dikin. Komeleyên herêmî yên Kurecikê jî alîkariyê didin. Li her gundî xisareke mezin heye, mirov mirine. Tenê li gundê Ordekdedeyê 10 kes mirine. Me bi lez 500 kon kirrîn, em ji bo alîkariyê bigihînin, hewl didin bi Heyva Sor a Kurdistanê re xebatê kordîne bikin.  

Li aliyê din hat zanîn ku TIR´eke ku ji Essenê da rê ji bo ku alîkariyê bibe ji mexdûran re, li Stenbolê hatiye desteserkirin. Hat zanîn ku xelkê gundên Bazarcixê Maryan, Kulyan û Bozlarê alîkariya cilûberg, batanî, şîrê pitikan, derman berhev kirine û xwestine bişînin Bazarcixê. Lê TIR´a wan li Stenbolê ji aliyê AFAD´ê ve hat desteserkirin.

AFAD´a ku heta niha ti alîkarî negihandiye bajarên Bakurê Kurdistanê, alîkariya ku ji Ewrûpayê hate şandin jî dizî. Weke hincet, AFAD´ê got, “Destûr wê neyê dayîn ku ti rêxistina taybet û şexsî alîkariyê bike.” Di dema alîkariya bi xelkê Kobanê de jî dewleta Tirk alîkariya xelkê kurdistanê ya ji bo Kobanê dizîbû. 

Ji ber vê diziyê, tê pêşniyazkirin ku alîkarî di ser Heyva Sor a Kurdistanê û Medico Internationalê ve bên şandin.

KOLN