Dewleta qatil ceza neda xwe
Sêşem 29 Adar 2022 - 22:24
- Derbarê polêsê dagirkeriya Tirk li Amedê yê ku bi maşîneya zirxî pê li zarokê 6 salî Efe Tektekîn kiribû û ew qetil kiribû, beraet kir.
Derbarê polêsê dagirkeriya Tirk li Amedê yê ku bi maşîneya zirxî pê li zarokê 6 salî Efe Tektekîn kiribû û ew qetil kiribû, beraet kir.
Polêsê dagirkeriya Tirk Îdrîs Aksoy bi maşîna zirxî, 11'ê Îlona 2019'an li Amedê pê li Efe Tektekîn ê 5 salî kiribû û ew qetil kiribû. Di rûniştina doza li dijî polîsê qatil Îdrîs Aksoy de dadgeha Tirk biryara beraetê da. Yanî dewleta qatil, ceza li xwe nebirrî.
Heman dewletê beriya wê bi salekê li ser heman rêyê [Emek caddesî ya li taxa Nîsan a Baxlerê] 6´ê Hezîrana 2018´an bi heman rêbazê bapîrê Efe, Mehmet Tektekîn ê 85 salî jî qetil kiribû. Dadgeriya Tirk qatilê bapîr jî parastibû û tevî cezayê kêm ê hatî birrîn, ew serbest berdabû.
Bi vî awayî dewleta Tirk nevî û bapîr qetil kirin û xwe jî bê ceza hişt.
AMED