• Li bajarê Fransayê Grenoblê, bi dehan sazî, rêxistin, komele û partiyên siyasî yên Fransî bi daxuyaniyeke hevpar ji Fransayê û YE'yê xwest, êdî Kurdan nexe ber taqîba edlî û PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derxe.

27 partî, komele, tevger û saziyên Fransayê daxuyaniyeke hevpar dan û bang li dewleta Fransayê kir da ku PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxe û zexta li ser Kurdan jî bi dawî bike.

Beriya daxuyaniya çapemeniyê ya doh, li avahiya Maison des Associations (Mala Komeleyan) a bajarê Fransayê Grenoblê ya li rojhilatê welêt, peyamek hate belavkirin. Di peyamê de îşaret bi zextên polîsan ên li Fransayê yên li dijî Kurdan û êrişên faşîstên Tirk hate kirin.

Gelek partiyên çepgir û sendîka, tevgerên siyasî, komele û komên dostaniya bi Kurdan re jî di nav de 27 saziyan bi sernavê "Divê bêrehmiya li Fransayê ya li dijî Kurdan bi dawî bibe" daxuyaniyeke hevpar weşand.
27 saziyan serdegirtinên komele û malên Kurdan di 23'yê Adarê de weke rewşeke sosret bi nav kir û got, "di operasyonan ku gelek endamên saziyên Kurdan hatin girtin; ev jî rastî demeke welê hat ku Erdogan bi her awayî mafên mirovan û azadiyê binpê dike." Saziyan hewldanên qedexekirina HDP'ê jî bi bîr xistin.

Dewleta Fransî zexeliyê dike

Saziyan zextên li dijî Kurdan rexne kirin, û got, ast û çarçoveya operasyonan dibe sedem ku xebatkarên saziyên Kurdan ên li Fransayê weke 'sûcdarên şer ên metirsîdar' bên nîşandan. Di daxuyaniyê de rexne li hikûmetê hatin kirin ku lihevkirina bi Tirkiyeyê re li ser krîmînalîzekirina Kurdan dike.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Kurd li Rojava tevî Fransayê bi welatên din ên koalîsyona navneteweyî re li dijî çeteyên DAIŞ'ê bêeman têkoşiyane û hat gotin, "lê belê îro li dijî wan helwêsteke zexel tê nîşandan. 

Fransa li derveyî hiqûqê xwe bi cih dike

Van saziyên Fransî diyar kir ku di heman demê de li hepsên dewleta Tirk bi hezaran girtiyên siyasî bi sûcdariya 'terorîzmê' tên girtin û ji bo PKK'ê bang li Yekîtiya Ewrûpa û Fransayê kirin: "Dem hatiye ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin". Saziyan biryara Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê bi bîr xist ku di 15'ê Mijdara 2018'an de qedexeya li dijî PKK'ê hiqûqî nedîtiye. Saziyan hişyar kir ku Ewrûpa û Fransa xwe bi vî rengî li pêşberî qanûnan dixin pozîsyoneke li derveyî hiqûqê.

Saziyan xwest ku dawî li taqîba edlî ya li dijî Kurdên li Ewrûpayê û Fransayê bê anîn û êdî Fransa û YE nebin hevparê polîtîkayên rejîma Erdogan. Saziyan xwest nirxên mirovî beriya her tiştî bin û dawî li şidet û bêedaletiyê bê anîn.

Saziyên îmzeker

Saziyên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê jî ev in:
AIAK (Association Iséroise des Amis des Kurdes) ; CGT Isère ; Comité Isérois de Soutien aux Sans Papiers ; Cisem (coordination iséroise de solidarité avec les étrangers et migrants) ; CNT 38 (Confédération Nationale du Travail) ; DAL 38 ; Ensemble 38 ; EELV Isère (Europe Écologie Les Verts) ; FI Isère (France Insoumise) ; FSU Isère ; : JC Isère (Jeunesse Communiste) ; LDH Isère (Ligue des Droits de l'Homme) ; LIFPL (Ligue Internationale des Femmes pour la Paix et la Liberté) : LSR de l'Isère (Loisirs et Solidarité des Retraités ) ; Mouvement de la Paix Isère ; Lutte ouvrière Isère ; MRAP Isère ; Nustra-América ; NPA Isère ; PCF Isère (Parti Communiste Français) ; PCOF ; PEPS Isère ; Société des lectrices et lecteurs de l'Huma ; Solidaires 38 ; Solidaires Étudiants ; UCL 38 (Union des communistes Libertaires) ; UEC Isère (Union des Étudiants Communistes).

GRENOBLE