Destxetên ‘stand-up’ên ewilî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 19 Hezîran 2023 - 05:13

  • Şano û şanogerî ji wan hunerên herî kevnar in û bi formên cuda heta roja îro hatine. Stand-up jî yek ji formên şanogeriyê ye û bi şêwazê komediyê ye. Destxetên kevn ên ku di serdema navîn de hatine nivîsandin behsa stand-up ên kevn dikin û nîşan didin bê ka şovmenên wî zemanî, bi çi awayî behsa meseleyan dikirin. 

Dema mirov bala xwe dide ser hin destxetên Serdema Navîn, gelek tiştên balkêş derdikevin hemberî mirov. Di nivîs û qeydên Serdema Navîn de, nexasim jî di destxetan de lîste yan jî nivîsên ecêb tên bidestxistin. Beriya niha di hin destxetan de derbarê ajal û nebatan de agahiyên ku berê kesî bi wan nizanîbû, derketibûn holê. Hin caran jî ne nivîs lê pirtûkên ku di Serdema Navîn de bi destan hatibûn nivîsandin jî hatin dîtin û mirovahî bi saya van pirtûkan hay ji wê serdemê çêbû û mirov bi hûrgiliyên serdemê daketin. Her wiha di warê rêûresman de jî gelek caran tiştên bi vî awayî tên kifşkirin yan jî dîtin. Ji lewma jî Serdema Navîn bi gelek hêlên xwe ji bo mirovahiyê çavkaniyeke kûr e û kifşên girêdayî vê serdemê derbarê dîrok û rêwîtiya mirovahiyê de gelek tiştan fêrî insanan dikin. 

Niha jî destxeteke nû hatiye dîtin ku îşaret bi komedî û tiştên qerf û henekî dike. Ev destxet ji hêla kesekî bi navê Richard Heege ve hatiye nivîsandin. Destxeta ji Sedsala 15’an mayî, yek ji wan qeydên lîstikvanekî “stand up”ê ye û beriya niha destxeteke bi vî rengî li ti devera din a dinyayê nehatiye dîtin. Ji ber vê yekê, ev derbarê dîroka komediyê de destxeteke girîng e. Tê gotin ku cara ewilî gotina “Red Herring” (Masiyê sor ê Rînga) ku weke biwêjekê ye di vê destxetê de hatiye dîtin. Yanî bi awayekî nûjen li ser vê destxetê hatiye nivîsandin. Biwêja “Red Herring” bêhtir di komediyên televizyonan, film û wêjeyê de tê bikaranîn û berê temaşevan yan jî xwîneran ji hêlekê dide ber bi hêla din. Di romanan de jî dema karakterek sûcekî dike û nivîskar naxwaze xwîner bi sûcê karakter bihese “Red Herring” dike û xwîner ji delîlan dûr dixîne da ku bi sûcê karakter nehesin. Yanî biwêja “Red Herring” argûmaneke sexte ye, ew îşaret bi vê yekê dike.

Stand-up’ên serdema navîn

Destxeta Richard Heege niha li “Pirtûkxaneya Neteweyî ya Skoçyayê” tê parastin. Dr. James Wade ku li Zanîngeha Cambridge akademîsyen e, derheqê destxetê de got, “Em dibêjin qey şovmenên populer di warê edebî û helbestî de bi ser nakevin. Lê ne wisa ye, ev destxet nîşan didin ku ew jî dikarin di warê helbestê de bi ser bikevin.” Richard Heege ev destxetên xwe, yên ku bi temamî sê cild in, di sala 1480’yî de nivîsandine. Wî ev destxetên xwe tev bi destan nivîsandine û paşê jî kopya kirine. Serpêhatiyên di van cildan de cih digirin, bêhtir behsa aşiq û şanogerên wê serdemê dikin ku gund bi gund li Ingilistanê digeriyan û xelk bi henekên xwe dikenandin. Heger em bi awayekî nûjen rave bikin, wan “stand-up” dikir. Her wiha ev skecên wan weke “komediya slapstick” jî tê binavkirin ku bi awayekî mubalexe pêk dihat û dûrî tiştên aqilane bû.

 

Bi skecan rexneya tovrindan

Richard Heege di destxetên xwe de tovrindên serdema xwe jî rexne dike. Lê dema vê yekê dike bi riya biwêja “Red Herring” yanî bi awayekî aqilane bûyeran vedibêje û bala xwîneran ber bi hêleke din ve dikişîne da ku ji meseleyê têbigihîjin. Her wiha, ew behsa kîvroşkan jî dike ku di wêjeyê de bi awayekî mecazî dihatin bikaranîn. Ew kîvroşkên ku weke kujer dihatin nasîn û pirrî caran nêçîrvanê xwe dikirin nêçîra xwe. Yanî di wêjeya Serdema Navîn de “kîvroşkên kujer” yek ji wan babetên sereke bû ku nivîskaran bi kar dianî. 

 

Fîgûrên girîng ên li hember hiyerarşiyê

Akademîsyen Dr. James Wade da zanîn ku Richard Heege derbarê Serdema Navîn de çavkaniyeke xurt a wêjeya devkî diyarî mirovahiyê kiriye û got, “Ew bi van qeydên çalakiyên populer ên Serdema Navîn, dîmenekî ku beriya niha me qet nedîtiye raberî me dike. Jixwe, ber bi sedsala 15’an ve civak jî diguherî êdî.” James Wade got, Richard Heege hingê bi vê guherînê pirr baş hisiyaye û li ser çandeke ku ber bi tinebûnê ve diçe, hiziriye. James Wade têgihiştina Heege ya di vî warî de jî bi vî awayî rave dike: “Ev metn yan jî destxet nîşan didin ku di dema guherîna tevgerên civakî de çalakiyên kêf û şahiyê jî zêdetir bûne. Ew vê yekê tînin bîra me. Wî wextî ji îro bêhtir xelkê şahî li dar dixistin. Ji lewma jî şovmen yan jî aşiqan keysa xwe lê dianî ku tevlî van şahiyan bibin û performansên xwe li wir nîşan bidin. Her wiha ev şovmen yan jî aşiq li hemberî hîyerarşiya civakî jî radibûn û di vî warî de fîgûrên tekane bûn. Ji lewma, ev destxetên hanê di heman demê de weke rêze dîmenên derbarê Serdema Navîn de jî dikarin werin nirxandin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.