'Tirş û Tehl'a serpêhatiyên bi Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Hezîran 2023 - 03:30

Bernameya Stand Up’ê ya bi navê “Tirş û Tehl” a bi formata daxilbûna temaşevanan, li Amedê derket pêşberî xelkê. 

Kolektîfa Saqoyê ku li Êlihê di bin banê “Batman Yenî Sahneyê” de ava bû, li Kafeya Taş Mahal a li navçeya Sûrê ya Amedê, bi bernameya “Tirş û Tehl” a Stand Up’a Kurdî derket pêşberî temaşevanan. Bernameya Tirş û Tehl, bi formateke cuda ku mîkrofon vekiriye û temaşevan jî dikarin derkevin ser dikê û serpêhatiyên xwe yên komîk bînin zimên, tê çêkirin. Bi vê formata xwe li Kurdistanê yekem bername ye û niha jî bajar bi bajar derdikeve pêşberî temaşevanan.

Bername cara yekem ji bilî Êlihê li bajareke din derket pêşberî temaşevanan. Hewşa kafeyê bi temaşevanan tije bû. Temaşevanan bi çepik û kenê xwe kêfxweşiya xwe da der û carna ew jî derketin ser dikê serpêhatiyên xwe gotin.

MA/AMED

 

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.