Destûra Bingehîn destûra Qeyûm nade

În 7 Hezîran 2024 - 00:10

Parêzer Feyzî Çelîk destnîşan kir Destûra Bingehîn a Tirkiyê destûrê nade kirineke bi rengê ‘qeyûm’, li gorî Destûrê ev sûc e. Çelîk her wiha diyar kir dadgehên ku hevsarê wan di dest AKP-MHP’ê de ne, guh nadin Dadgeha Destûra Bingehîn. 

Ji parêzerên Baroya Stenbolê Feyzî Çelîk anî zimên ku tayînkirina qeyûm li ser Şaredariya Colemêrgê li dijî Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê ye û got, "Li gorî destûra bingehîn divê qeyûm neyê tayînkirin. Eger şaredarek bê girtin an jî bikeve ber lêpirsînê, Wezîrê Karên Hundir dikare bi rengekî demkî ji wezîfeyê dûr bixîne. Ev demkî ye, yê ku ji wezîfeyê hatiye dûrxistin eger bêguneh be hingî wezîfe radestî wî tê kirin, lê belê di vir de walî tê tayînkirin.’’

Destûra bingehîn zelal e

Çelîk bi domdarî got,’’Destûra Bingehîn di vir de yekser hikum diyar dike û destnîşan dike ku di rewşeke bi vî rengî de li nava meclîsa şaredariyê hilbijartin divê bê kirin û wekîlê şaredar bê hilbijartin. Destûra bingehîn di vê mijarê de eşkere ye. Destûra Bingehîn vê xalê bi eşkere destnîşan dike. Şaredar jî dikare vê bibe ber destê dadgeriyê û daxwaza rawestandina rêvebirinê bike. Şertên vê yekê û vegera vê bûyerê nîne, zerarên xwe yên giran dibe ku rû bide û telafiya wê nebe."

Destûra Bingehîn binpê dikin

Çelîk anî ziman ku li Tirkiyeyê dadgerî bi her awayî ji aliyê AKP-MHP'ê ve hatiye dorpêçkirin û got, "Rêxistiniyeke dadgeriyê heye ku Dadgeha Destûra Bingehîn nas nake. Dadgeriyê weke çoyekî bi kar tînin. Her kesên aqlê wan di serê wan de ye vê yekê qebûl nake. Li meclîsa şaredariyê li pêşiya hilbijartinê dibin asteng, halbûkî li wê derê bi hilbijartinê wekîlê şaredar dikare bê hilbijartin, lê destûrê nadin vê yekê. AKP-MHP li dijî Kurdan e, li dijî wê yekê ne ku Kurd xwe bi rê ve bibin."

Mafê hilbijêran têne desteserkirin

Feyzî Çelîk anî ziman ku mafê hilbijartinê û hilbijêran hatiye desteserkirin û got, "Mafê mirovan heye ku li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin. Çawa ku tayînkirina qeyûm li dijî hiqûqê ye, qedexeya ku walî li ser nerazîbûna demokratîk daniye jî li dijî qanûnê ye."

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.