• Siyamend Moînî bal kişand ser zext û girtinên dema dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û got: Armanca Îranê ew e ku çavê civakê bitirsîne. 

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî der barê pêla girtina Kurdan ku ji aliyê rejîma Îranê ve, nexasim vê dema dawî destpê kiriye, her wiha guhertinên gengaz û rola Kurdan û gelên Îranê ya di vê pêvajoya dîrokî de axivî û got: “Pêla destgîrkirina çalakvanên sivîl, siyasî û jîngehparêz ên li Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya siyaseta dijîmirovî û şovenîzmê ya rejîma Îranê tê kirin. Armanceke rejîma Îranê ya ji vê siyasetê ew e ku tirsê bixe dilê gelê Kurdistan û gelên Îranê. Di karnameya Komara Îslamî ya Îranê de kuştin û komkujiya li ser gelê azadîxwaz ê Kurdistanê para xwe ya sereke hebûye û di nava zêdetirî 40 salên desthilata xwe de li hemberî tevgera azadîxwaz misêwa teror, tirs û bê îradekirina gel weke beşekî sereke ya siyasetên vê desthilata tund û mafyayî ye.

Desthilatdarên Îranê bi çavekî şoven û qaşo ewlekariyê li gelên Belûc, Ereb, Tirkmen, Azerî û Kurd nihêrîne. Li gorî navendê, bi awayekî eşkere xuya dibe ku gelê Belûc, Ereb û Kurd zêdetir berdêl dane û zextên li ser wan gelan zêdetir li ber çavan e. Li gorî raporên rêxistinên mafê mirovan rêjeya girtin û sêdarekirinê ya Kurd, Belûç, Azerî û pêkhateyên din zêdetir e û ev jî nêrîna şovenîst a vê desthilatê nîşan dide.

Divê kes bê xem û helwêst nebe

Li hemberî van êrîşan pêwîste gelê Kurd bi yekrêzî xwe biparêze û li dijî van destdirêjiyên desthilatdarên Îranê ya li ser civaka Kurdistanê bê xem û helwest nebe. Divê bi her awayî nerazîbûna xwe nîşan bide û ji desthilatdarên şovenîst re îsbat bikin ku civak û girseya Kurdistanê zindî ye û zilm û bê edaletiyê qebûl nake. Bi giştî gel dikarin serdana malbatên girtiyên siyasî bikin û di vê pêvajoyê de wan bi tenê nehêlin. Ev yek şêwazekî têkoşîna li dijî zilm û zora dezgehên rejîma Îranê ye. Di dema guncav de xwepêşandan û nerazîbûn bên lidarxistin û bi vî şêwazê zordarî neçarî paşve gav avêtinê bikin. Pêwîst e ku her kes vê yekê baş bizane, heta ku ev sîstema serwer hebe û gel xwe bi rêxistin nekiribe wê zilm û êriş li ser kerameta kes û civakê bidome. Ji ber wê pir girîng e ku tevî hemû kêm û kurtiyan, pêwîst e ku gel li dora paradîgma azadiyê xwe rêxistin bike û ji bo guhertinên paşerojê xwe amade bike.

Helwêsta gel girîng e

Bi giştî siyaseta derve ya Emerîka ya li hemberî Îranê eşkere ye û heta îro jî planeke wî ya ji bo guhertina desthilatdariya Îranê nebûye. Çi dema Obama û çi di dema Trûmp de projeyeke wan a bi gotina wan ‘change regime’ li holê nebûye, belku armanca Emerîka guhertina siyaset û nêzîkatiyên Îran ya li herêmê ye. Lê belê ev yek nayê wê wateyê ku di siyaseta giştî ya Emerîkayê de paqijkirin û guhertina wan serdestan nehatibe rojevê.

Dibe ku welatên hegemon di danûstandinên herêmê de yên ji bo berjewendiyên xwe xwedî rol in û wê dema pêş jî heya astekê rolê wan hebe, lê ya girîng ew e ku em bi ezmûneke dîrokî re rû bi rû ne û diyarbûyîna meyla guhertinan girêdayî helwest û hewldanên gel e. Eger bi xwendineke rast û li ser bingehê rewşa heyî bi rengekî hişyar tevger çêbibe, di wê baweriyê de me ku wê derfeteke zêrîn ji bo Rojhilatê Kurdistanê çêbibe û bi giştî bendewariya min paşerojeke baş e.

Em ê li çareseriya xwe bigerin

Komara Îslamî ya Îranê nikare yan jî naxwaze pirsgirêka gelê me çareser bike û ev nêzîkatiya Îranê ya li hemberî gelê Kurd nayê qebûlkirin. Wê gelê me di pêvajoya guhertinên li herêmê de ji bo peydakirina çareseriyê di nava lêgerînê de be. Di wê baweriyê de me ku di asta rejîma ku niha li Îranê serwere de ti derfetek ya diyalog û çareseriya pirsgirêka Kurd nîne. Ji ber wê gelê Kurd neçare ji bo peydakirina rêbazeke guncav ya ji bo derbaskirina wê rewşê di lêgerînê de be. Gelê Kurd mafê xwe dibîne ji bo çareserî û gihîştina azadî û parastina kerameta xwe ya neteweyî metod û hevpeymaniyên stratejîk li herêmê destnîşan bike û pêk bîne.

Dixwazin pêşengan çavtirsandî bikin

Di vê pêvajoya dawî de Komara Îslamî ya Îranê dest bi êrîşeke berfireh ya li ser çalakvanên sivîl û jîngehparêz kiriye û bi dehan kes xistiye girtîgehan û bêrêzî li wan dike. Ew girtinane hem bi armanca tirsandina civakê ye, ji bo ku civak hizra xwerêxistinkirinê neke. Di heman demê de ji pêşengên civakê re sînor daynin û çavên wan bitirsînin ku nekaribin pêşengtiya civakê bikin. Di rastiyê de ev şerê azadîxwaziyê ye ku desthilat tirsandiye û bi vî şêwazê dixwaze gav bi paşve bi gel bide avêtin û kontrola qadê di destê xwe de bigre. Dixwazim bêjim ku ti sîstemekê nekariye bi kuştin û terorkirina civakê, desthilata xwe demdirêj biparêze. Ji ber wê girîng e ku civaka Rojhilatê Kurdistanê çiqasî zêdetir xwe bi rêxistin bike wê ew qas gav bi paşve bi zêdegaviyên desthilatê bide avêtin. Her wiha ew qasê jî nêzî gihîştina azadî û kerameta mirovî bibe.”

ANF/ŞAHO