- Dozgeriya Hamburgê: Çeteya DAIŞ´ê Omaima Abdi, ne tenê keçek kiriye kole, wê du keçên Êzîdî yên din jî yên kolekirî ji bo xwe xebitandine.
DAIŞ´iya bi navê Omaima Abdi, piştî ku vegeriyabû Elmanyayê, pêşî xwe rehet kir. Belê rojnamevana kanala televizyonê El-Anê Jenan Moussa bi ser telefona wê ve bû ku di destê QSD´ê de bû. Li wir eşkere xuya dikir ku ew di nava DAIŞ´ê de çalak bûye.
Ji ber vê yekê Cotmeha par dadgeheke li Hamburgê 3 sal û nîv cezayê hepsê lê birrîbû. Ev ceza ji duşema bê û pê ve lê dibe ji ber ku dadgeha temyîzê jî ceza piştrast kir. Niha dozgerî dozeke din li Omaima Abdi vedike. Sedem vê carê kolekirina zarokên Êzîdî yên keç e. Sûcê ku dozgeriya giştî ya Hamburgê bi nav dike, "Alîkariya kirina sûcekî li dijî mirovahiyê bi şêwazê kolekirinê" ye.
Di nava sûcdariyên beriya niha de jî alîkariya kolekirina keçeke Êzîdî hebû. Lê vê carê behsa sûcên derveyî vê tê kirin. Yanî mexdûr, cih û zeman guhertî ne. Ev Hamburgiya dê û bavên wê ji Tûnisê, destpêka sala 2015´an li dûv mêrê xwe tevlî nav refên çeteyên DAIŞ´ê bûbû û li Reqayê mabû. Ew sala 2016´an vegeriyabû Elmanyayê.
Ev sûcên nû yên ku dozgerî dixe stûyê Omaima Abdi, yên bihara 2016´an in. Wê dermanceyek timî di bin çarşefê de wê bi xwe re gerandiye. Wekî din wê 2 zarokên keç ên Êzîdî ku hevaleke wê bi xwe re anîne mala wê, ji bo paqijiya mala xwe dane xebitandin. Dozgerî dibêje, "bi vî awayî wê destek da sîstema koledariyê ya DAIŞ´ê û bû alîkar ku ev sîstem dewam bike." Bi vî sûcî dibe ku heta bi 5 salan cezayê hepsê lê bê birrîn.
* Wêne ji kanala televizyonê El-Anê (Al-Aan)
NAVENDA NÛÇEYAN