Deriyê diyalogê li Îmralî vekin  

Duşem 23 Çile 2023 - 00:54

  • Parlamenter Tulay Hatîmogullari, Nobeta Edaletê ya HDP´ê nirxand û armancên çalakiyê weke “betalkirina tecrîda li Îmraliyê” û “Vekirina derî li diyaloga ligel Abdullah Ocalan” kurt û Kurmancî îfade kir.

Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari der barê Nobeta Edeletê ya ji bo betalkirina tecrîdkirina Rêber Ocalan de axivî. Wê got, tecrîda li Îmraliyê tesîr li tevahiya Tirkiyeyê kiriye. Hevberdevkê Karên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy jî li ser mijarê got, “Bi milyonan kes tatêla Abdullah Ocalan dikin. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe em ê bi israr li gel daxwaza rakirina tecrîdê bin” 

Parlamentera HDP´ê ya Edeneyê, Tulay Hatîmogullari bi bîr xist ku bi armanca rakirina tecrîda li Îmraliyê, wan weke HDP’ê Nobeta Edeletê daye destpêkirin û got: “Wezareta dadê û hikûmeta ku di alwarê qanûnî de berpirs in, derbarê Îmraliyê de tiştekî nabêjin. Tecrîda li Îmraliyê, li her warî bi bandor bûye.”

 

‘Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin’ 

Tulay Hatîmogullari da zanîn ku ev bêhtirî 21 mehan e ku agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin û got, "Di serî de Gelê Kurd, parêzer û hêzên demokrasiyê bi fikar in. Di şexsê Birêz Ocalan de gelê Kurd tê cezakirin. Rakirina tecrîdê du aliyan de girîng e. Ya yekem di serî de ji Birêz Ocalan agahî girtin û ya duyem jî bi wî re deriyên diyalogê bên vekirin. Rakirina tecrîdê wê di mijara pirsgirêka Kurd de jî guherînê pêk bîne.”

 

‘CPT erka xwe nake’ 

Tulay Hatîmogullari balkişand ser nêzîkatiya CPT û got; “Erka CPT ev e ku pêşî li êşkencê bigire. Di serî de CPT û bang li hemû saziyên din hatiye kirin ku erka xwe bikin. Ji bo siyaseta Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bazar hene. Vir de berjwendî dertên pêş. Ji ber vê jî CPT erka xwe nake. Divê CPT erk û berpirsyariya xwe bîne cih. Heta ku tecrîd bidawî nebe wê çalakiya me bidome.” 

 

Bi milyonan kes tatêla Ocalan dikin

Hevberdevkê Karên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku divê tecrîda li Îmraliyê tenê ji hêla hiqûqî ve neyê nirxandin û wiha got: “Bi miyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin.” 

Hişyar Ozsoy Girtîgeha Îmraliyê şiband Girtîgeha Guantanamoyê û têkildarî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û helwesta CPT’yê nirxand. 

 

Du agahiyên têkildarî hevdîtina li Îmraliyê hene 

Ozsoy da zanîn ku gelek caran bi CPT’yê re hevdîtinên rû bi rû kirine û ji wan daxwaz kirine ku bi nivîskî agahiyan bidin. Ozsoy got; “Li holê du agahî hene. Di halê hazir de dema CPT tê Tirkiyeyê diçe serdana Navendên Paşvevegerandinê. Di dema serdanê de dibêjin hazir em hatine biçin serdana Îmraliyê jî. Diyar kir ku bi her 4 girtiyên li Îmraliyê re hevdîtinên rû bi rû kirine. Lê çavkaniyên cuda dibêjin Birêz Ocalan hevdîtin red kiriye. CPT ji bo bikare raporan amade bike divê bi girtiyan re hevdîtinê bike. CPT’yê ji bo pirsên me got; ‘Me raporên xwe nivîsand û pêşkeş kir. Ev rapor hemû jî piştî hevdîtinên rû bi rû tên amadekirin.’” 

 

Bi milyonan kes dibêjin ‘îradeya min e’ 

Di berdewamê de Hişyar Ozsoy destnîşan kir ku divê rewşa tecrîda li Îmraliyê tenê ji hêla hiqûqî û teknîkî ve neyê destgirtin û got; “Bi milyonan kes tatêla Abdullah Ocalan dikin û dixwazin ji rewşa wî agahdar bin. Em qala şexsiyetekî siyasî dikin ku bi milyonan kes dibêjin ‘îradeya min e.’ Lewma bêdengiya saziyên cîhanê û Ewrûpayê rewşeke gelek kirêt e.  Tiştên ku Tirkiye dike ne li gorî qanûnên wê, ne jî li gorî hiqûqa navneteweyî ne. Lê ji bo ku tecrîd bi dawî bibe em ê bi israr li gel daxwaza rakirina tecrîdê bin.” 

 

Dewleteke derewan dike heye 

Ozsoy, anî ziman ku heta pergala bêhiqûqiyê bidome wê deriyên Îmraliyê jî bi hincetên cuda her tim girtî bimînin û got; “Aqilê ku polîtîkaya tecrîdê dimeşîne, heman mantiq e ku pirsgirêka Kurd bi şer difetisîne û hemû hewldanên aştiyê vala derdixîne. Cezayên disiplînê yên tên dayîn tenê hincetên dewamkirina tecrîdê ne. Li pêşberî me dewlet û rayedarên wê hene ku li nava çavê gel dinihêrin û bi eşkereyî derewan dikin. Ev mijar, sepaneke derhiqûqî ya hikûmetê ye ku bi çavsorî dijayetiya Kurdan dike û heta qirikê di nava faşîzm û nîjadperestiyê de ye.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.