• Magdalena Andersson a ji Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê di raya baweriyê ya pêr de karî ji nû ve bibe serokwezîra welêt. 

Magdalena Andersson a ji Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê di raya baweriyê ya pêr de karî ji nû ve bibe serokwezîra welêt.

Andersson dixwaze heta Îlona bê hikûmetê bi rêve bibe û di hilbijartinên giştî yên Îlona 2022´yan de partiya xwe bi ser bixîne.

Lê partiyên rastgir ji niha ve hikûmeta wê gunehbar dikin bi wê yekê ku dengê parlamentereke Kurd Amineh Kakabaveh kirîbe. Kakabaveh niha parlamentereke serbixwe ye, lê ew weke endama Partiya Çep hatibû hilbijartin. 

Magdalena Andersson beriya bi hefteyekê çarşemê bû serokwezîra hikûmeteke koalîsyona bi Keskan re, lê vê koalîsyonê tenê 7 saetan dewam kir. Ji niha û pê ve ew ê hikûmeteke hindikahiyê bi rê ve bibe û ji bo her mijarê li tifaqên tevlîhev bigere. 

Serokê partiya rastgir Demokratên Swêdê (SD) Jimmie Akesson got, partiya wî wê her tiştî bike da ku Anderssonê ji hikûmetê bîne xwarê. Jimmie Akesson îdîa kir ku hikûmetê dengê Amineh Kakabaveh di berdêla xurtkirina hevkariyê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û PYD´ê re destek daye hikûmetê û raya baweriyê daye Magdalena Andersson.

STOCKHOLM