Demografî tê guhertin

Pêncşem 1 Sibat 2024 - 00:06

Dr. Ebîr Hessaf têkilî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Rojava got êrîşên ku têne kirin bi sedema koçberkirineke plankirî ye, encama pêşî ya koçberiyê guhartine demografiyê ye. Hessaf her wiha got her ku diçe krîzê li ser Rojava kûrtir dikin, êrîşên li ser binesazî û serezayê bi vê planê ne.

Bi komxebateke ku 28’ê Çileyê ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava ve (NRLS) ve hate lidarxistin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meseleya koçberiyê hat xistina rojevê. Komeke beşdaran a 100 kesî ku ji Kurd, Suryanî, Ereb, siyasetmedar, tevgerên jinan, entelektuel û lêkolînvanan pêk dihat têkildarî sedemên koçberiyê, encamên wê û li ser pêşniyar û tedbîran nîqaşeke berfireh kirin. Dr. Ebîr Hessaf ku ew jî di nava axaftvanan de bû derheqê sedema koçberiyê got,‘‘Polîtîkaya ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin, krîza ku Sûriye di nav de û krîza ekonomîk dibe sedemê koçberiyê. Her wiha li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tirsa ku tê xwestin bi şerê taybet û psîkolojîk bê çêkirin û ji bo siberojê bêhêvîtî heye. Bi taybetî êrîşên ku bi dagirkeriya Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê re rojane tên kirin, bi êrîşa li dijî şexsiyetan re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîz tê çêkirin, pêşî li jiyana bi aram tê girtin. Ev jî dibe sedem ku gel berê xwe bide lêgerîneke jiyana hîn baştir.‘‘

Koçberî demografiyê diguherîne

Dr. Ebîr Hessaf diyar kir bi koçberiyê re problema sereke ya ku derdikeve holê guherîna demografiyê ye, bi bîr xist bveriya êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê 90 ji 100’î yê rêjeya nifûsa Rojavayê Kurdistanê Kurd bûn lê niha ev rêje pir kêm bûye. Hessaf got,‘‘Ber bi dawiya sedsala 19’an ve li Dêrazor pêkhateyeke hebû ku piraniya wê ji gelê Kurd pêk dihat. Bi belgeyên dîrokî jî mirov dikare vê rewşê îspat bike. Gelo niha piraniya Kurdan li kuderê ne? Rejîma Sûriyeyê gelê Kurd koçî Şam, Heleb, Lubnan û hwd kir û bû sedem ku asîmîle bibin. Îro jî polîtîkayên ku li ser gelê Kurd tên kirin, bi taybetî polîtîkayên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tênkirin ji bo valakirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber ku dixwazin çand, ziman û nasnameya gelê Kurd qels bikin. Lewma heta ku polîtîkaya li ser Rojavayê Kurdistanê neyê pûçkirin, herêm û gelên wê careke din wê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû bimînin.‘‘

Krîzê kûr dikin

Bi taybetî krîz û şerê taybet a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, bi polîtîkayên kûrkirina krîzê gel didin koçberkirin. Li gorî qanûnên navneteweyî hedefgirtina santralên elektrîkê nayê qebûlkirin. Li gorî peyman, qanûn û belgeyan ên navneteweyî hedefgirtina av, elektrîk, nexweşxane û dibistanê yanî bi kurtasî hedefgirtina binesaziya herêmekê qedexe ye. Dewleta Tirk cihên bi vî rengî hedef digire da ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kaos û krîzê çêbike. Li aliyekê ambargoya aboriyê pêk tîne û sînoran digire, li aliyê din jî ji bo bide koçberkirin deriyên sînor vedike. Ev tê çi wateyê? Bi vî rengî bi polîtîkaya şerê taybet armanc dike ku jin û ciwanan ji herêmê bide koçkirin û herêmê vale bike.

Binesaziyê dikin hedef

Dr. Ebîr Hessaf  ku ji ANF’ê re axivî bi berdewamî diyar kir bi destê hêzên hegemonîk ku paradîgmaya gelê Kurd qebûl nakin koçberiyeke plankirî li ber Kurdan danîne û got,‘‘ Bi taybetî krîz û şerê taybet a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, bi polîtîkayên kûrkirina krîzê gel didin koçberkirin. Li gorî qanûnên navneteweyî hedefgirtina santralên elektrîkê nayê qebûlkirin. Li gorî peyman, qanûn û belgeyan ên navneteweyî hedefgirtina av, elektrîk, nexweşxane û dibistanê yanî bi kurtasî hedefgirtina binesaziya herêmekê qedexe ye. Dewleta Tirk cihên bi vî rengî hedef digire da ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kaos û krîzê çêbike. Li aliyekê ambargoya aboriyê pêk tîne û sînoran digire, li aliyê din jî ji bo bide koçberkirin deriyên sînor vedike. Ev tê çi wateyê? Bi vî rengî bi polîtîkaya şerê taybet armanc dike ku jin û ciwanan ji herêmê bide koçkirin û herêmê vale bike.‘‘

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.