Dema piştgirî û berpirsiyariyê ye

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 28 Sibat 2023 - 10:06

Ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarên Solothurn, Lacarno, Aargau û Listan ên Swîsreyê û bajarê Koln ê Elmanyayê, taziye hatin danîn. Li Berlîn û Parîsê jî polîtîkayên nijadperest ên dewleta Tirk hatin protestokirin.

Li Swîsreyê ji 200’î zêdetir malbat hene ku xizmên xwe di erdhejê de wenda kirine. Li taziyeyan find hatin pêxistin û bang hatin kirin da ku piştgiriya mexdûran bê kirin.

Di taziyeya li Gerlafingen a ser bi kantona Solothurnê ya bi pêşengiya Heyva Sor a Kurdistanê û Komeleya Malbatên Hatine Wendakirin û Şehîdan KOMAW’ê de, Pîr Mahmûdê Ocaxa Aguçan, ji bo bibîranînê find pêxistin û gulbang gotin. Parlamentera Swîsreyê ya Federal Franziska Roth jî got; “Ji bo sivikkirina vê êşê, em ji dil bi we re ne. Ji bo kesên di erdheja li Tirkiye, Kurdistan û Sûriyê de mexdûr bûne, tişta ji dest me bê, em ê bikin.” Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksungur jî got; “Ji bo em bajar û gundên xwe ji nû ve ava bikin, dema wergirtina berpirsiyariyê ye.”  

Em ê axa xwe neterikînin

Li taziyeya li Liestal a li kantona Baselê, Parlamenterê Parlamena Federal a Swîsreyê Mustafa Atici, Parlamentera Kantona Baselê Edîbe Golgelî, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, rêveberên MARDEF’ê û malbatên xizmên wan wefat kirine, hazir bûn. Zubeyîr Aydar li behsa Pîlana Şerq Îslahatê ya sala 1925’an, polîtîkayên bê Kurdkirina Kurdistanê kir û got; “Tê xwestin Kurd û Elewî ji warên xwe bên derxistin. Weke Kurd û Elewî em ê axa xwe neterikînin.’’

Parlamentera Kantona Baselê Edîbe Golgelî jî got, beriya vê wan ev êş di komkujiya Mereşê de dîtiye: “Dixwazin em axa xwe biterikînin. Serokê Diyaneta Tirk got; ’Zarokên li herêmên erdhejê dikarin werin girtin, bi wan zarokan re dikarin bizewicin.’ Em ê xwedî li zarokên xwe derkevin.”

Piştgiriya bi rêxistinî

Parlamenter Mustafa Atici jî got, “Careke din girîngiya rêxistinbûn û bi hevre tevgera gelê rêxistinkirî, bi taybetî di ser weqfên gundan re destwerdana destpêkê ya herêmê, derkete holê.” Endamê Desteya Rêveber a MARDEF’ê Mehmet Ustek jî got, pirsgirêka herî mezin debar e, û divê kon û konteyneran bişînin herêmê.

Polîtîkaya qirkirinê didome

Li taziyeya bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd NCDK a li Lacarno ya kantona Tessinê, nûnerên Croce Rossa ya Swîsreyê, rêveberên komeleyên Suryanî û Elewiyan û dostên Kurdan ên Swîsreyî hazir bûn. Piştî ku Pîr find pêxistin, Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Kantona Tessinê, Recep Akkamiş got, polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd û gelên din dewam dike. Gelek kes çûn serdana taziyeya Mereşiyên xizmên wan di erdhejê de mirine ya li Komeleya Elewî ya li bajarê Windisch a kantona Aargau. 

Di alîkariyê de cudakerî kirin

Li bajarê Elmanyayê Kolnê jî bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê MARDEF û Federasyona Elewiyan a Demokratîk FEDA’yê, kesên di erdhejê de wefat kirin, hatin bibîranîn. Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk got, “Me ji daneyên fermî gelekî zêdetir canên xwe wenda kirin. Di van derbasbûyî de, dewletê ji ber Elewî, Kurd, Êzîdî û Ereb in, xelk rizgar nekir û alîkarî asteng kir.”
Parlamentera berê ya HDP’ê Besîme Koncayê jî got, “Ev ne şînek e ku em bi hêsanî li pey xwe bihêlin.”

Dewleta bertîlxwir hat protestokirin

Li paytexta Elmanyayê Berlînê jî polîtîkayên dewleta Tirk ên ku xelkê terkî mirinê dike, hatin protestokirin. Li ser banga Nav-Berlîn û Meclîsa Jinê ya Dest-Danê, bi beşdariya Kurd û dostên wan, çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de siyasetvanê Kurd Huseyîn Yilmaz û aktîvîsta Meclîsa Jinê ya Dest-Danê Susanne Rosling axivîn. Wan got, “Piştî erdhejê yên ku bi xelkê re bûn alîkar û bi piştgiriyê tekoşiyan HDP û derdorên çep û sosyalîst bûn.” Wan wekî din got, dewleta Tirk bacên ji bo erdhejê, li şer xerc dike. 

Alîkarî ji bo Roja Sor

Di çalakiyên li paytexta Fransayê Parîsê û banliyoya Parîsê Mantes-la-Jolie de, helwêstên dewleta Tirk ên dermirovî hatin şermezarkirin. Çalakgeran  li meydana Stalingrad, pankartên li ser wan nivîsandî ‘Ne erdhej, kapîtalîzm dikuje’ û ‘Erdhejê hejand, lê dewleta Tirk kuşt’ hilgirtin. Di çalakiyê de hat xwestin ku xelkê Fransî alîkariya xwe di Roja Sor re ji mexdûran re bişîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.