DEM Amedê li deriyê Amedê da

Duşem 18 Adar 2024 - 00:43

DEM Partî li Amed û navçeyên wê bi tevlibûna hezar û 500 xebataran di nava rojekê de çû serdana 75 hezar malan. 

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê bi beşdariya hezar û 500 xebatkaran di nava rojekê de li Amed û navçeyên wê çû serdana 75 hezar malan. Têkildarî mijarê li ser hesaba medyaya dijîtal a partiyê ev peyam hate parvekirin: “Li Amedê di şevekê de bi tevlbûna hezar û 500 kedkar û bi sedan dilxwazan me li 75 hezar deriyan da. Em bi sedhezaran bişirîn û duayan vegeriyan. Em ê 31’ê Adarê bi serkeftina bi milyonan tacîdar bikin! DEM dema me ye, serkeftin a gelê me ye!”  

DEM Partiyê têkildarî serdanan vîdeoyek jî parve kir. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.