Dek û Dolabên Scapen ji bo alîkariyê tê lîstin

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Adar 2023 - 02:07

Lîstika Dek û Dolabên Scapen ji bo alîkariya xebatên zarokan ên li herêmên erdhejê tên kirin, derdikeve ser dikê 

Lîstika Şanoya Bajêr a Amedê ya bi navê Dek û Dolabên Scapen ku ji aliyê Moliere ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê Ozcan Ateş kiriye, di 24 û 25’ê meha Adarê de Ji bo piştevanîya xebatên zarokan ên li herêmên erdhejê derdikeve ser dikê. Lîstika ku gelek caran hatiye lîstin û her carê jî rastî elaqeyeke mezin hat, dê vê carê jî ji bo piştevaniyê bê lîstin.

Şanoya Bajêr a Amedê, li ser malperên xwe yên medyaya dîjîtal ragihand ku dê 24 û 25’ê Adarê saet 20.30’an de li ser dika Sanoya Bajêr a Amedê ya li Peyasê ji bo piştevaniya xebatên zarokan derbikevin pêşberî şanohezan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.