Defend Kurdistan xêrhatina Zapatîstayan kir

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 5 Tîrmeh 2021 - 04:54

Li paytexta Spanyayê Madrîdê, 421 kadroyên 'La Montana-Çiya' ya Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîsta (EZLN) hatin pêşwazîkirin. Di nava heyetê de ya ku kadroyên EZLN'ê pêşwazî kir, nûnerên Rojava Azadî Madrîd û Womend Defend Rojava jî hebûn.

Merasîma pêşwazîkirinê li taxa Lavapiesê pêk hat û bi navê Rojava Azadî Madrîd û Womend Defend Rojava axaftin hatin kirin û hat gotin, "Di 3'ê Tîrmehê roja çalakiyan a global a li dijî dagirkeriyê de li her devera cîhanê çalakiyên Defend Kurdistanê têne lidarxistin."

Qiseker anî ziman ku ew bi kêfxweşî heyeta EZLN'ê pêşwazî dikin û got, "Em hêvîdar in ku rêwîtiya we ya li Ewrûpayê wê ji bo vê Ewrûpaya kevn a ku ji ezeztiyê tengav bûye, mîna bayekî ji daristana Lacandona be."

’40 sal in şoreşeke nû pêk tê’

Nûner bal bire ser çiyayên bilind ên Kurdistanê û got, "Li Kurdistanê jî çiyayên bilind hene, li van çiyayan û deştên wan neolîtîk a beriya 10 hezar salî berfireh bû û 40 sal in şoreşeke nû pêk tê. Xwişkên şoreşa Zapatîsta. Demokrasiya ji bingehê ve, azadiya cinsî û parastina cîhanê hemanên bingehîn ên tevgerên Kurdistanê û şoreşa Rojava ne ku îro ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên tundraw di xeterê de ye."

Pirtûka li ser Rojava ku ji aliyê jinên înternasyonalîst ên Ewrûpî ve hatiye nivîsandin jî diyarî heyetê hate kirin.

MADRÎD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.