- DEDAŞ bi hinceta deynan vê kela derma havînê ji ser 7 gundên Hezoyê ava vexwarinê birrî. DEDAŞ dibêje, heqê elektrîka motorên avê nehatiye dayîn û gundiyan bi vî rengî ceza dike. Av a ku ji mafê mirovan e, ji bo pere ji ser gundiyan hatiye birrîn.
RONÎ ARAM
ANF/STENBOL
Li bajarên Kurdistanê zilma DEDAŞ'ê dewam dike. Ava 7 gundên navçeya Hezo ya ser bi Êlihê, ev 16 roj in ji ber fatoreya ceyranê hatiye birrîn. Xelk nikare heqê fatoreyên giran bide. Ji ber ku tenê ji gundekî 2 milyon û 600 hezar TL pere tê xwestin.
Şirketa Anonîm a Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ev 16 roj in ku av ji ser 7 gundên Hezoyê birriye. Li gundên Zîlan, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskutê, Holê yên bajarokê Kaniyahenê, elektrîka li ser depoyên avê ji 23'ê Hezîranê ve, ji ber deyn hatiye birrîn. Bi hezaran gundî neçar mane ku bi traktoran û wesayîtan ji Çemê Êlihê yan jî qenala avê ya DSÎ'yê avê bikişînin. Tê gotin, ava ji van deveran tê anîn jî dibe sedema nexweşiyan.
Gundî dibêjin, heta ku DEDAŞ bê herêmê fatore li elektrîkê nedihate birrîn. Li gorî agahiya SMS´ê ya ji saziyê hat, tenê deynê gundê Zîlanê 2 milyon û 400 hezar TL ye.
Mafê mirovan bi pera difiroşin
Keyayê gundê Zîlanê, Mehmet Demîr li ser mijarê got, xeta avê ya gund ji dema ku ji aliyê Îdareya Taybet a Bajêr ve hate çêkirin û pê ve fatore nedihate birrîn, lê belê bi taybetîkirina vê xetê re DEDAŞ'ê fatore birriye û deynekî wiha daniye pêşiya wan. Demîr got, wan bi qeymeqam re hevdîtin kiriye, qeymeqam ji wan re gotiye 'ez nikarim tiştekî bikim'.
Veysî Aydin ê ji gundê Hiskutê jî wiha qala rewşê kir, "Sala 1994'an dema ku av hate gundê me, ji me re gotin, wê fatoreya abonetiyê qet ji me re neyê. Gotin, ev yek weke xizmetekê ji gund re tê kirin. Ji wê rojê û vir ve DYP, DSP, ANAP, Partiya Refahê û di dema destpêkê ya AKP'ê de jî kesî ev pere ji me nexwest. Ev du sê sal in, ji DEDAŞ'ê û vir ve me diêşînin. Fatoreyeke ji milyonekê zêdetir hatiye gund. Li gundê me fatoreya ji 710 hezar lîreyî, li gundê Zîlanê fatûreya ji 2 milyon û 400 hezar TL'î û li gundê Selîvê jî fatûreya ji 2 milyon û 600 hezar TL’yî hatiye birrîn. Zarokên me, extiyarên me perîşan bûne. Ne tenê mirov, derdora 500 hezar heywanên me jî li vî gundî ne. Min ji xwe re tankerek peyda kir, heta pêr bi şev ji çem min av anî. Bavê min li qatê jorê yê mala me dimîne, em avê jê re dibin. Keya çû hevdîtina bi qeymeqêm re, lê belê wan got 'tiştekî em bikin nîne'. Şewb heye, lê rewşa me ne xema kesî ye."
Ava ji çemî jî ne baş e
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Bîlal Guldem ji gundê Zîlanê ye. Ew dibêje, "Dê û bavê min li gundê Zîlanê ne, her du jî extiyar in û gelek nexweşiyên kronîk bi wan re hene. Ji ber ku av li ser gund hatiye birrîn, zor û zehmetiyan dikişînin. Tenê xizm û gundî alîkariyê bi wan re dikin. Avê ji Çemê Êlihê, ji kanala avdanê ya DSÎ tînin, lê ew jî paqij nîne. Ji ber vê jî nexweşî didin der. Doh (pêr) bi şev bi dayika xwe re axivîm, nexweş ketiye. Li gund zikê zarokan diçe. Nêzî 300 malî li gund hene. Ev rewş ne tenê li gundê me wiha ye. Li gundikê Bacaxê yê ser bi gundê Zîlanê qederê 20 malan hene. Ev du hefte ne bi hezaran mirov bêav in."
DEDAŞ ceza dike
Guldem dibêje, DEDAŞ li bajar û gundên Kurdan veguheriye saziyeke zordar: "DEDAŞ timî deynan dike hincet û elektrîka li ser depoyên avê yên gundan dibirre, gundiyan ceza dike. Tenduristiya bi hezaran mirovî ne xema wan e. Rewş ne xema rayedaran e."
Muxalefet û civaka sivîl divê pêşengiyê bikin
Rojnamevan Guldem germa havînê jî bi bîr dixe û wiha bang dike: "Van rojan germa herî giran a havînê ye, li vê xaka bi bereket avê li ser gel dibirrin. Ev rêbazeke cezakirinê ye. Gundî dikarin kom bibin û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin. Partiyên muxalefetê bi heyetekê hatin gundan, lê ev ne bes e. Divê partiyên muxalefetê û rêxistinên civakî yên sivîl gundiyan bi tenê nehêlin. Divê pêşengiyê bikin û xwedî li gundiyan derkevin."