Parlamentera Meclîsa Federal a Elmanyayê Gokay Akbulut meseleya astengkirina endamên Heyeta Aştiyê yên ji Elmanyayê, ji hikûmeta federal pirsî. Hikûmet wê herî dereng 23´yê Hezîranê bersivê bide pirsa Gokay Akbulut. Ew ji hikûmetê dipirse, ka hikûmeta federal astengkirina heyeta aştiyê ji Elmanyayê ber bi Başûrê Kurdistanê ve "çawa dinirxîne". Wê xwest hikûmet li ser astengkirina pêkanîna erka parlameniyê ya Cansu Ozdemîr fikra xwe bibêje. Gokay Akbulut wekî din xwest, hikûmet bersivê bide pirsa, ka gelo di navbera rayedarên Elman û Tirk de ji bo astengkirina heyetê hevdîtin çêbûne û heger bûbin di navbera kîjan rayedaran de û çawa ev danûstandin çêbûye.    

Gokay Akbulut ji hikûmeta federal a Elman wekî din pirsî ka gelo hikûmeta federal valakirina 22 gundan, şewitandin û birrîna daran, kuştina sivîlan bi destê dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, nexasim li Dihokê çawa dinirxîne. 

BERLÎN