• Hevserokên Giştî yên DBP’ê di Kongreya 6’an a Asayî de axivîn û gotin, nabe ku kongreya neteweyî ya Kurdan were taloqkirin û ew amade ne berpirsyariyê wergirin.

Hevserokên Giştî yên DBP’ê di Kongreya 6’an a Asayî de axivîn û gotin, nabe ku kongreya neteweyî ya Kurdan were taloqkirin û ew amade ne berpirsyariyê wergirin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya xwe ya 6´an a Asayî li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet bi şîara "Bi Civaka Rêxistinbûyî Ber bi Jiyana Azad ve!" pêk anî. Hevserok, serokên giştî û nûnerên KCD, HDK, TJA, HDP, SODAP, SYKP, TÎP, partiyên di Tifaqa Kurdistanê de, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û rêxistinên sivîl tevlî kongreyê bûn. 

Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir bi hev re derketin ser platforma axaftinê û ji beşdarên kongreyê re axivîn. 

Destpêkê Bayindir got, "Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk, ji bo me rûmeteke mezin e. Partiya me li ser koka xwe ya sedsalî ya ku bi têkoşîneke bênavber û ligel ked û berdêlên giran heta îro hat û ev meş, heta roja felat û azadiyê wê bidome. Gelê me yê rêzdar, Heta gelê Kurd di nav xwe de yekîtiya neteweyî ava neke ev metirsî û pirsgirêkên li her derên Kurdistanê li dar in, nayên çareserkirin. Ew yekîtiya ku em wek DBP’ê dixwazin ava bikin, li ser xeta neteweya demokratîk e. 

Pêngava yekemîn a neteweya demokratîk, lidarxistina kongreya neteweyî ya çar parçeyên Kurdistanê ye. Êdî nabe ku kongreya neteweyî were paşxistin. Weke Partiya Herêmên Demokratîk em ji hemû aliyên siyasî û nûnerên Kurdistanê re radigihînin ku em amade ne hemû berpirsyariya xwe ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bigirin ser milê xwe.”

Aydeniz û Bayindir hevserok in

Piştî peyam û axaftinan, hevserok û Meclîsa partiyê hatin hilbijartin. Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ji nû ve bûn Hevserokên Giştî yên BDP´ê. 

Partiya Meclisê (PM) ya ji nû ji van kesan pêk tê: Abdûllah Ekelîk, Abdûrrahman Sever, Adnan Akgul, Asiye Kolçak, Ayfer Balikçi, Aynûr Sarica, Dîlber Demîr, Emel Temel, Emîne Caynak, Eşref Yaşar, Farûk Tatli, Gulderen Varli, Gulşen Sîncar, Mehmet Şîrîn Tûnç, Mûstafa Mesût Tekîk, Nazim Kok, Okkeş Kaval, Şîrîn Altay, Yuksel Mûtlû, Zekiye Îlbasan.

Endamên yedek ên PM'ê jî ev in: Atîlla Ozdogan, Ayhan Akgul, Cemîl Akiş, Denîz Yildiz, Fatma Yilmaz, Hasan Hayrî Dîkîlîtaş, Îrfan Kandemîr, Kadîr Konûr, Kiymet Temel, Mehmet Alî Bora, Mehmet Emîn Aras, Nûrten Uzumcu, Ridvan Aslan, Salîh Mevalî, Salîh Tekîn, Selehattîn Aslan, Seyhan Başak, Songul Kosen, Şevket Kalindamar, Tefîk Şad.

Endamên Esil ên Lijneya Dsîplînê ya Navendê ev in: Abdûlkanî Alkan, Garîp Kandemîr, Hamdî Bîlek Tûrgay, Îmam Ozçelik, Mûsa Zorbay, Neslîhan Acar, Raîfe Ozbey.

Endamên Yedek ên Lijneya Dsîplînê ya Navendê jî ev in: Îsmaîl Kino, Yakûp Demîr.

ENQERE