DB jixwe pîs bû, zîpikê jî lê kir 

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 6 Kanûn 2023 - 10:14

Li Elmanyayê rêyên hesinî yên giştî yanî Deutsche Bahn (DB) ji mêj ve ji ber xirabiya xizmetê, derengketina trênan ketibû ber rexneyan. Niha piştî ku berf ket, DB felc bû; li eyaletên li başûrê Elmanyayê trên bi temamî sekinîn. DB bi slogana ‘Dinya çawa be jî seferên me dewam dikin’ reklama xwe dikir, niha bang li xelkê kir û got, heger seferên we ne hewce ne, wan betal bikin.

Ji destpêka 2000´î ve DB´yê bêyî ku tamîr lazim bike û bêyî ku têra xwe personel bixebitîne, kara zêde kir. Niha ji ber berfa ku kêmtir e ji nîv metroyê, nikare trênên xwe bilivîne. Pisporên binesaziyê dibêjin, ne berf lê kêmbûna binesaziyê û nûkirin û tamîrên pêwîst kiriye ku DB felc bibe.

Ji ber berfê nexasim jî li eyaleta erdên wê herî fereh a Elmanyayê Bayernê tesîr kir. Li paytexta eyaletê Munchenê tevahiya seferên trênan betal bûn. 
DB´yê di ser hesabê xwe yê fermî re wekî din da zanîn ku heta 6´ê Kanûnê (yanî îro) jî seferên Munchen - Salzburg, Munchen – Innsbruck, Munchen – Lindau/Zurich hemû betal bûne. Ew wekî din jî pêşniyaz dike ku seferên ber bi Munchenê ve û seferên ji vî bajarî ber bi bajarên din ve werin bipaşvexistin.

“Xişexiş û çingêniya rêyên hesinî ye, rê xerabûyî ne”. Ev gotinên serokê Yekîtiya Veguheztina bi rêyên Hesinî Martin Burkert in. Ew dibêje sedema felcbûna DB´yê, nekirina xizmet û veberhênanên lazim e.

Wezîrê  Veguheztinê yê ji partiya lîberal FDP’ê Volker Wissing jî qebûl kir ku yek rê heye ku pirsgirêk bên çareserkirin û ew jî sererastkirineke giştî ya tevahiya pergala DB´yê ye.

Nûnerê rêwiyên DB´yê komeleya Pro Bahnê jî bi rêya serokê xwe Detlef Neuß got, DB berê rehettir dikarî meseleyên rewşa dinyayê ya sar, şilî yan jî seqemê çareser bike, lê niha ji ber daxwaza kara zêde xizmet nayê kirin: Encam jî jihevdekirina pergala rêyên hesinî ye.

MUNCHEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.