Dayîk dikarin aştiyê bînin

Sêşem 24 Hezîran 2025 - 03:30

Piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber APO, bi biryara PKK'ê ya ji bo fesîxkirinê, nîqaşên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd zêdetir bûn. Rêxistinên civakî yên sivîl jî hewl didin bi çalakiyên cuda piştgiriyê bikin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di navbera 21-22'ê Hezîranê de di civîna bi navê "Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edaletê" de malbatên PKK'î û leşkeran ku di şer de jiyana xwe ji dest dane anîn cem hev. 

Dayika Rozerîn Çukur (17) Fahriye Çukur a ku di 8’ê Çileyê de li navçeya Sûrê ya Amedê di dema qedexeya derketina derve de ji aliyê segvanan ve hatibû qetilkirin jî tevli civînê bû. Fahriye Çukur diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û got:"Em bibin yek, çima zarokên me tên kuştin? Tên me dikujin, dibêjin 'hûn terorîst in'. Keça min xwendekar bû, xwendara lîseyê bû. Xwendekara dewletê bû; dema hat kuştin , bû ' terorîst '. Em aştiyê dixwazin, em qenciyê dixwazin. Polîs, leşker, malbatên gerîla werin em li hev bicivin, em bibin yek. Bila dilê me yek be. Dema em hemû bibin yek, wê dîsa jî aştî pêk were."

Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz da zanîn ku xwîn bi xwînê nayê şûştin û got:“Me hezkiriyên xwe winda kir, gundê me şewitî, em rastî îşkenceyê hatin, me girtîgeh dîtin, lê dîsa jî em dayik banga aştiyê dikin. Tenê dayik dikarin vê aştiyê bînin. Eger îro em bi dayikên Tirk re mil bidin hev, ez bawer im wê ev şerê qirêj hê zûtir bê sekinandin. Ji ber ku ew dayik in ku dilê wan dişewite. Ji ber vê yekê dayik ji her tiştî re amade ne. Divê dayikên Tirk ji aştiyê netirsin.”

Şerafettîn Işik diyar kir ku kurê wî Feyzullah Işik li Alemdaga Stenbolê  di sala 2008’an de di leşkeriyê de di bin navê întîxarê de hatiye kuştin. Işik, diyar kir ku ew pêvajoya aştiyê erênî pêşwazî dikin û got:"Bila êdî mirov nemirin, edalet bi ser bikeve. Kurd ji ber ku Kurd in bi neheqî têne kuştin. Malbatên kesên ku bi neheqî hatine kuştin dixwazin di nava aştiyê de bijîn. Bila ti dayikên din negirîn.”

Divê bi Roboskî re hevrû bibin

Velî Encû ku di nav 34 kesên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de dema balafirên şer bombe li gundê Roboskî yê navçeya Qilebana Şirnexê barandin, gelek xizmên wî hatin kuştin, diyar kir ku ew wek malbatên ji Roboskê pêvajoya aştiyê pir hêja dibînin. Encu bal kişand ser berpirsyariya dîrokî ya Rêber APO û destnîşan kir ku Kurd bi bicihanîna berpirsyariyên xwe gavan diavêjin û anî ziman ku dewletê ti gaveke şênber a ku baweriya Kurdan bi dest bixe, neavêtiye. Encû da zanîn ku divê ji bo Komkujiya Roboskê hevrûbûn çêbibe û malbat wê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin. 

Kurdî zimanê X nîne 

Hevjîna Mehmet Sîncar, Parlamenterê Mêrdînê yê Partiya Demokrasî (DEP) Cîhan Sîncar ê di 4'ê Îlona 1993'an de li Êlihê hat qetilkirin got:“Divê nasname û zimanê Kurdî nebe 'X'. Me Kurdan ji bo aştiyê gelek têkoşîn meşand, me berdêl dan. Hevserê min wekîl bû, li Êlihê ew kuştin. Hêzên di nava dewletê de ji ber ku aştiyê naxwazin ew qetil kirin. Gotin, 'Bila rê nedin ku ev rêya demokrasiyê vebe, em yên li ser navê demokrasiyê dixebitin ji holê rakin'. Lê belê bi kuştinê re wê ne gelê Kurd ne jî şexsiyetên demokratîk xilas nebin. Serokê Gelê Kurd ji bo aştiyê gaveke pir mezin avêt. Weke kesên ku berdêla vê mijarê didin berpirsyariya me ye."

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.