Dawî li vî sûcî bînin

Sêşem 30 Mijdar 2021 - 23:18

  • Serokê Koma HDP'ê ya li Meclîsê, Sarûhan Olûç bal bire ser qedexekirina hevdîtinan a li Îmraliyê û got, "Dawî li vî sûcê li dijî mirovahiyê bînin.

Serokê Koma HDP'ê ya li Meclîsê, Sarûhan Olûç bal bire ser qedexekirina hevdîtinan a li Îmraliyê û got, "Dawî li vî sûcê li dijî mirovahiyê bînin." Olûç li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û nerazîbûn nîşanî qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re ya 6 mehan û qedexekirina hevdîtina bi malbatê re ya 3 mehan da. Wî got, "Li Îmraliyê tecrîdeke giran heye. Ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ev nêzî 8 mehan e, ti agahî nayê girtin. Destûr nayê dayîn ku malbat biçin serdanê. Destûra hevdîtina parêzeran nayê dayîn. Herî dawî di 25'ê Adara 2020'an de Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivîbû û ew axaftin jî nîvco hatibû hiştin. Tenduristiya wî çawa ye, pirsgirêkek heye yan na? Rayedar bêyî ku daxuyaniyê bidin, hevdîtinê qedexe dikin. Di mehên Cotmeh û Tebaxê de 2 cezayên qedexekirina hevdîtinan ên ji bo 3 meh û 6 mehan hatiye birrîn. Çima? Çi bû ku hate qedexekirin. Par Îlonê 6 mehan hevdîtin hatibû qedexekirin. Sedema wê jî ew bû ku nexşerê ji bo parêznameya xwe ya ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) amade kiribû."

Sarûha Olûç got, li Îmraliyê bêhiqûqî di asta herî bilind de ye: "Berê digotin keştî xera bûye, niha jî qedexekirina hevdîtinan xistine şûna wê hincetê. Em careke din bang li Wezareta Edaletê dikin. Ev helwêsta li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî divê tavilê bê terikandin. Tiştekî bi vî rengî nayê qebûlkirin. Rewşeke li dijî mirovahiyê û li dijî hiqûqê ye. Guh nadin DMME´yê, CPT dibêje, divê gav bê avêtin, lê desthilatdarî guh nade. Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê têkildarî rapora CPT´yê bang dike, lê guh nadin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Hevdîtina bi parêzeran û malbatê re mafekî gerdûnî ye. Em careke din bang dikin; dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Dawî li vî sûcê li dijî mirovahiyê bînin."

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.