Dasein, hebûn an jî mirin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 10 Adar 2022 - 22:00

  • Di xebatên Ferhat Salman de, takekesên bi hebûna xwe hatine xêzkirin, bi awirên xwe yên bêmane, sekna xwe ya di valahî û tarîtiyê de, awayekî şewqa mirinê ya di ayînê de ne. Hînbûna mirinê ya di civakê de pêkhatî û biyanîbun, mirovî mîna miriyekî tine dikin.

ARDÎN DÎREN

Pêşangeha wênesaz Ferhat Salman a bi navê “Dasein” li Kolektîfa Huner, Merkezkaç ku li Amedê ye, hate vekirin. Salman cara yekem e ku pêşangeha solo vedike û di nav hefteyekê de gelek kes çûn serdana pêşangeha wî. Pêşangeha Salman heta 27’ê Adarê dê vekirî be.

Dasein bi Elmanî tê maneya hebûnê û di berhema Martin Heidegger, “Hebûn û Zeman” (Sein und Zeit) de wekî têgehekê cih digire.

Jixwe, Salman jî dibêje piştî min Heidegger nas kir, bingehê vê pêşangehê bi min re çêbû. Yanî fikra Heidegger a li ser hebûnê dike ku van wêneyan bisêwirîne. Ew çavdêriyên xwe yên di nav jiyanê û hizrên xwe de bi wêneyên reş û spî tîne ziman. Wêneyên wî ji reng dûr in, hinek tarî ne lê derbarê jiyanê û hebûnê de dikin ku mirov biponijin û biramin. Dema min ji Salman re got, “Wêne hinekî tarî ne” wî jî wiha li min vegerand, “Dibe ku tu tarî dibînî, belkî jî hinek bi reng dibînin.” Salman bi vî sernavî ku ji bo pêşangeha xwe hilbijartiye wan mirovan bi qasî miriyekî bêmane dike yên ku li hemberî windayîyên civakê terkexem dibin.

‘Çarçove sînor e’

Ferhat Salman li Qoserê dimîne û li wir atolyeya wî heye. Wî haziriya vê pêşangehê jî li wir kiriye. A rast ew taybet ji bo pêşangehê nexebitiye, jixwe ev kar li ber destên wî hebûne û tim serê xwe bi mijara hebûnê êşandiye. Ew di navbera Mêrdîn û Qoserê de diçe û tê. Wênesazekî dilnizm e û zêde ji axavtinê hez nake. Bêhtir dibêje, bila karê min bi we re biaxivin û heta jê tê zêde tabloyên xwe şirove nekirin. Destpêkê tişta bala mirov dikêşe, wêneyên wî mezin in û bê çarçove ne. Yanî bi mezinbûna tabloyên wî û fîgurên reş û spî yên xêz kirine, mirov di bin bandora xwe de dihêlin. Her wiha awirên ku xêz kirine her yek cuda ye. Li gorî min serketina wî ya herî mezin jî ev awir û sûretên xerîb ên xwedî îfade ne. Di sohbeta me de wî got min hin ji van kaxiz û qumaşan ji çopê derxistine. Bi rastî vê hêla wî gelekî kêfa min anî. Yanî wî li ser hin tiştên “mirî” ku hatine avêtin, hebûn xêz kiriye û raberî xelkê kiriye. Her wiha dîsa di meseleya çarçoveyê de jî wî got, “ez naxawizim sînoran li ber tabloyên xwe deynim. Çarçove sînor e.”  

Awirên di valahî û tarîtiyê de

Merkezkaç jî wiha behsa xebatên Ferhat Salman dike, “Ev hebûna otantîk a li kesayetiyê, “Dasein”a rojane û ne resen e, maneya şexsî ya takekesî, çarenûs û maweya jiyana wî/wê ya jidestdana ji ber têketina (reva) cîhana giştî ya rojane ye. Di xebatên Ferhat Salman de, takekesên bi hebûna xwe hatine xêzkirin, bi awirên xwe yên bêmane, sekna xwe ya di valahî û tarîtiyê de, awayekî şewqa mirinê ya di ayînê de ne. Hînbûna mirinê ya di civakê de pêkhatî û biyanîbun, mirovî mîna mirîyekî tine dikin.”

 

 

Ferhat Salman kî ye?

Sala 1992’an li Mêrdînê hatiye dinyayê. Piştû ku li Fakulteya Hunerên Ciwan a Zanîngeha Afyon Kocatepeyê perwerdehiya xwe qedand, li Fakulteya Hunerên Ciwan ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê, di Înstîtuya Zanistên Civakî, di warê Resmê de mastira xwe temam kir. Pêşengehên wî yên wekî; 2017-İstanbul TÜYAP “Ütopya” , 2018-İstanbul Mamutart Project, 2018- Bianela Mêrdînê “Sözden Öte” (ji gotinê wê de), Alternatif Sergi, (Pêşangeha Alternatif), 2018-İstanbul “Ölümsüzlük” (Nemirî), Pêşangeha Têkel a Adahan Otelê, 2019-İstanbul “Kimlerdensin” (Tu xelkê kê yî), Yuvakimyon Rum Kız Lisesi û 2019-İstanbul Ekavart Gallery, hene. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.