Cîgira Rêveberiya ofîsa Rêxistina Efûya Navnetewî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa, darvekirina 21 kesên li Iraqê şermezar kir.
Cîgira Rêveberiya ofîsa Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty International) ya Rojhilata Navîn Lynn Maalouf, di raporek xwe de da zanîn ku êdî dema wê hatiye dethilatdarên Iraqê dawî li darvekirina xelkê bînin.

Lynn got ku di demekê de ku desthilatdar li hemberî binpêkirinên weke, êşkence, revandin û zilma ku li tevahî welat tê kirin bêdengin, darvekirinên têne kirin ne dadperwerane ne.

Hêjayî gotinê ye di 16’ê Mijdara 2020’an de li parêzgeha Zîqar ya Iraqê 21 kesên bi sûcê ‘terorîzmê’ hatibûn mehkûmkirin, hatin bidarvekirin.
Li gorî Rêxistina Efûya Naventeweyî, li Iraqê sala 2019’an 100 kes hatin bidarvekirin. Ev jî li gorî cîhanê ji her heft darvekirinan yek li Iraqê ye.

ROJNEWS/SILÊMANÎ