- Danûstandinên li ser mijara nukleerê yên bi Îranê re wê di 29'ê Mijdarê de li Viyanayê ji nû ve dest pê bikin.
Danûstandinên li ser mijara nukleerê yên bi Îranê re wê di 29'ê Mijdarê de li Viyanayê ji nû ve dest pê bikin.
Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ragihand, piştî vê, bi Îranê re li ser nukleerê dibe ku lihevkirineke 'bi lez' pêk were.
DYE'yê jinûvedestpêkirina danûstandinan silav kir û diyar kir ku Rob Malley wê weke sefîrê Emerîkayê tevlî danûstandinan bibe.
Berdevkê Wezareta Karên Derve, Ned Price daxuyanî da çapemeniyê û got, "Em bawer dikin ku bi rengê herî bi lez em dikarin li hev bikin û vê yekê bi lez bixin meriyetê."
Berdevk got, "Heger Îran cidî be, em bawer dikin ku em dikarin vê bi lez bikin."
Li aliyekî Îran, li aliyê din jî DYE, Meliktiya Yekbûyî, Rûsya, Çîn, Fransa û Elmanya, bi peymana nukleerê ya sala 2015'an li Viyanayê hatî îmzekirin, dixwazin ku di berdêla kontrola tund a Neteweyên Yekbûyî ya li ser bernameya nukleerê ya Îranê, cezakirinên navnetweyî yên li dijî Îranê bêne rakirin. Lê belê DYE, bi rêveberiya Donald Trump sala 2018'an bi rengekî yekalî ji peymanê vekişiyabû û ji nû ve ceza li ser Îranê ferz kiribûn. Tehranê jî sozên ku dabûn qonax bi qonax betal kiribûn.
WASHINGTON