Daneyên Ukrayna av û av çûn

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 16 Çile 2022 - 22:21

  • Êrîşeke sîber çû ser malperên hikûmeta Ûkraynayê. Microsoftê ji ber êrişa giran hişyar kir û got, dibe ku avaniya daneyên bi ser hikûmetê ve nema bixebite.

Êrîşeke sîber çû ser malperên hikûmeta Ûkraynayê. Microsoftê ji ber êrişa giran hişyar kir û got, dibe ku avaniya daneyên bi ser hikûmetê ve nema bixebite.

Îna bihurî êrişa sîber çûbû ser gelek malperên hikûmeta Ûkraynayê. Kîev bi mehan e Moskovayê sûcdar dike û dibêje, Moskova xwe hazir dike Ukraynayê dagir bike û ji êrişa sîber jî Moskovê berpirsiyar digire.

Microsoftê bi daxuyaniyekê hişyarî kir û got, êrişa li dijî malperên wezaretê, dibe ku ziyaneke mezin bide avaniya daneyan: ''Bernameyên xirab (malware) ên ku bi armanca fidyeyê xuya dikin, lê ne xwedî mekanîzmaya xilaskirina fîdyeyê ne, ji bo komkirina fîdyeyan, armanc dike sîteyên ku kirine hedefa xwe, tine bikin û bikin ku nexebitin. Halê hazir em nikarin bibêjin, bê ka ev êriş ji hêla operasyonî ve wê çendî vegere û çend sazî dikarin ji ber wê mexdûr bibin.''

KÎEV

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.