- Jineke 31 salî ya çûbû nav refên DAIŞ´ê, piştî ku vegeriya Elmanyayê, doh li Frankfurtê hat girtin.
Jineke 31 salî ya ku dawiya sala 2014´an tevî keça xwe çû nav refên DAIŞ´ê, piştî ku vegeriya Elmanyayê, doh li Frankfurtê hat girtin. Ev jina hanê di nava çeteya DAIŞ´ê de bi gelek endamên wê re zewiciye, zarokên xwe li gorî îdeolojiya wan mezin kirine. Heta dema li nav çeteyê bû, tivingeke wê jî hebûye.
Dozgeriyê di encama lêpirsîna polîsê eyaletê yê Berlînê, van gunehbariyên li jêr dixe stûyê vê endama DAIŞ´ê: endametiya rêxistineke terorîst li derveryî Elmanyayê, binpêkirina mafê welayeta zarokan û binpêkirina qanûna sîlehên şerî. Ev jina DAIŞ´ê pêr li mala xwe ya li Frankfurtê hat girtin.
Dozgerê giştî yê Berlînê doh da zanîn ku wan beriya girtina DAIŞ´iyê, karîbû ji dadgehê biryareke girtina wê bidin derxistin. Di daxuyaniya dozgeriyê de hatiye gotin, Kanûna 2014´an vê jina hanê keça xwe jî biriya nav DAIŞ´ê, li wir bûye endama rêxistinê, bi gelek endamên DAIŞ´ê re jî zewiciye. DAIŞ´ê alîkariya lazim daye wê û tivingeke wê ya eskerî jî hebûye. Wê keça xwe û kurên xwe jî li gorî îdeolojiya DAIŞ´ê mezin kirine. Ev jin niha di nezaretê de ye.
Li ser aqûbeta keça wê ya wê bi xwe re birî Sûrî û kurên wê yên li Sûrî jê re çêbûn jî ti agahî nehat dayîn. Lê Berlînê xwe ji bo 30 jinên DAIŞ´î amade dikir û li gorî wê jî ji mêj qebûla miqatebûna li zarokên wan jî hazir kiriye.
Hemû li Frankfurtê tên girtin
Beriya bi hefteyekê jina bi navê Nurten J. jî li balefirgeha Frankfurtê bi tohmeta endametiya çeteya DAIŞ´ê hatibû girtin. Ev jina hanê hem di bin destê wê de 2 kalaşinkof hebûn û hem jî jineke Êzîdî weke kole li mala xwe xebitandiye.
Li Frankfurtê mêrê DAIŞ´iyeke din a ku gava dixwest di ser Munchenê re biçe Sûrî hatibû girtin jî niha girtî ye û tê dadgehkirin. Taha Al-J. bi qirkirina li dijî Êzîdiyan, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer tê gunehbarkirin.
FRANKFURT