DAIŞ’iya xwe ji xwe re tehlûke dibîne

Çarşem 28 Hezîran 2023 - 00:37

  • Weke sedem jî hikûmetê gotiye, ew ê alîkariya wê jinê neke ku bê Kanadayê, ji ber ku ew ji bo ewlekariya Kanadayê tehlûke ye. 

 

Duşema bihurî, parêzerekî da zanîn ku hikûmeta Kanadayê red kiriye alîkariyê bike bi jineke endama DAIŞ´ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî girtî re. Weke sedem jî hikûmetê gotiye, ew ê alîkariya wê jinê neke ku bê Kanadayê, ji ber ku ew ji bo ewlekariya Kanadayê tehlûke ye. 

Parêzer Lawrence Greenspon got, rayedarên berpirsiyar ên Kanadayê jê re gotine, ev jina behsa wê tê kirin, ji bo ku Kanada alîkariya wê bike, şert û mercan bi cih naîne. 

Kesa behsa wê tê kirin, weke J. hat bi nav kirin û hat gotin 6 zarokên wê hene û yek ji sê welatiyên Kanadayê ye ku li kampeke ji bo girtiyên biyanî yên çeteya DAIŞ´ê ragirtîne. 

Hikûmet xwe amade dike ku du jinên din ên ji bajarê Edmontonê, ji Bakur Rojavayê Sûriyê vegerîne Kanadayê, lê alîkariya vê jinê red dike. Rayedarên hikûmetê dibêjin, “Dibêjin, ew xwedî îdeolojî û baweriyên tundraw e û ev jî dikarin bikin ku ew şidetê bi kar bîne, ev jî tehlûke ye ji bo ewlekariya Kanadayê re. Hikûmet nikare misoger bike ku ev tehlûke nede der.”

Parêzer dibêje, ev ne rast e. Ev jin dikare bê dadgehkirin, yan jî şert û mercên tehlûkeya tundrawiyê -cihneguhertin, qedexeya bikaranînê û wekî din- li dijî wê bên bi cih anîn. 

Kanadayê heta niha 7 jinên Kanadayê yên ku endamê çeteya DAIŞ’ê bûn, vegerandine. Tenê doz li yekê hat vekirin. Pêncên din jî hatin girtin û şertên li dijî tundrawiyê ku ji an re “peace bonds” tê gotin, li ser wan hatin ferzkirin.

TORONTO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.