- Bedran Çiya Kurd li ser navê Rêveberiya Xweser got, bi alîkariya civaka navneteweyî yan jî bêyî alîkariya civaka navneteweyî, ew bi derfet û kapasîteyên xwe dest bi dadgehkirina endamên çeteya DAIŞ´ê yên biyanî dikin.
Pêr êvarê li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya rêveberiyê Bedran Çiya Kurd daxuyaniyek da çapemeniyê û got, ew dest bi dadgehkirina endamên çeteya DAIŞ’ê yên biyanî bikin.
Bedran Çiya Kurd da zanîn ku ew bi sedan endamên çeteyê ji ber sûcên şer dadgeh bikin, tevî ku civaka navneteweyî hevkariya wan nake. Bi giştî qederê 2 hezar endamên çeteya DAIŞ’ê yên biyanî wê bên dadgehkirin.
Bedran Çiya Kurd di daxuyaniyê de got, “Ev bûn qederê 5 salan, em êdî nikarin wan bi mehkeme bigirin. Ew ê li dadgehên civakî û li raya giştî vekirî bên dadgehkirinê. Her kes, çavdêr, pispor û parêzer hemû, di vab dadgehan de li ser çavan in. Dadgeh wê gelekî şefaf bin."
Tevî ku nîşanên wê yekê hene ku di nava çend rojan de dozên pêşî, dest pê bikin jî, Bedran Çiya Kurd got, hîna mohleteke diyar ji bo destpêkirinê wan nedaniye, ew li alîkariyê û hevkariya bi civaka navneteweyî re digerin. Nexasim jî di warê xwegihandina delîlên berhevkirî yên di dozan de bi kêr werin ew li benda hevkariya civaka navneteweyî û rêxistinên alîkariya insanî ne.
Derfet kêm jî bin dadgeh dest pê dikin
Bedran Çiya Kurd gazin ji civaka navneteweyî û rêxistinên alîkariya insanî jî kirin, “ew xwe kerr û kor dikin.” Ew lê mikur hat ku derfetên û kapasîteya Rêveberiya Xweser, nexasim jî di warê destnîşankirina parêzerekî ji her girtiyî re kêm in; heger alîkariya civaka navneteweyî nebe ew ê nikaribin standardên navneteweyî di dema dadgehkirinê de misoger bikin.
Hevserokê buroya têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser, Bedran Çiya Kurd, dîsa jî bi îhtîmam îşaret pê kir ku ew ê bi derfet û kapasîteyên li ber dest, endamên çeteya DAIŞ´ê dadgeh bikin û heger ev kes bên mehkûmkirin, li gorî qanûna ceza ya li herêmên Rêveberiyê bi cih bûye, wan ceza bikin.
Barekî gelekî giran e
Bedran Çiya Kurd da zanîn ku di qanûna wan a ceza de îdam nîne, û cezayê hepsê wê li sûcdaran bê birrîn û kesên beraet bikin jî wê bên berdan.
Bedran Çiya Kurd da zanîn ku her wiha hin jinên endamê çeteya DAIŞ’ê jî ji ber ku delîl hene wan zilm kiriye û sûcên şer jî kirine.
Bedran Çiya Kurd got, “Ev barekî gelekî giran e. Gelek kesên tên sûcdarkirin hene. Yên ku ceza li wan bê birrîn wê li hepsên rêveberiyê bên ragirtin. Ka yên ceza li wan bê birrîn, dikarin li welatê xwe vegerin yan na, ew jî elaqedarî peymanên dualî ya di navbera Rêveberiyê û welatên wan de be.”
Tenê çendek li welatên xwe vegeriyan
Rêveberiya Xweser berê jî daxwaza xwe ya dadgeha endamên çeteya DAIŞ´ê yên biyanî li dadgeheke navneteweyî de îfade kiribû, lê belê DYE û koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê xemsar bûn û destek nedan van gavên Rêveberiya Xweser.
Elaqedarî mijarê, piştî daxuyaniya Bedran Çiya Kurd, rayedarekî Wezareta Karê Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji radyoya Dengê Emerîkayê re peyivî û got, “Bala DYE´yê hîna jî li ser vegerandina şervanên terorîst li welatên wan e, da ku li wir bên rehabîlîtekirin, întegrekirin, ji ber sûcên xwe bên dadgehkirin. Ji bo pirsgirêkên ewlehiyê yên ji ber hepsên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tenê yek çareseriya demdirêj û mayînde heye û ew jî vegerandina van terorîstan a li welatê wan e. Em hîna jî welatan teşwîq dikin da ku welatiyên xwe yên terorîst ên [Bakur û Rojavayê Sûrî girtî] bihewînin.”
Tevî van gotinên mezin jî DYE´yê heta niha 15 mezin û 24 zarok ji 2016´an ve vegerandine. DYE´yê li 11 mezinan dozên ceza vekirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji sala 2019´an ve bi hezaran girtiyên ji ber endametiya çeteya DAIŞ´ê yên welatiyê Sûriyê dadgeh kirin û ceza li pirraniya wan birrîn. Hîna hin ji van dozan dewan dikin.