- 3 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin û 4 ji birîndar bûn.
Li navçeya Diyale ya Xaneqînê, di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Lîwaya 28 a Heşdî Şebî de 3 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin û 4 ji birîndar bûn.
Li gundê Deke Hacî Îbrahîm ê li rojavayê navçeya Diyale ya Xaneqînê şevtira borî, çeteyên DAIŞ’ê êrişî Lîwaya 27 a Heşdî Şebî kirin û di navbera wan de şer qewimî. Li gorî agahiyên şêniyên gund dan, di serî de çeteyan êrişî bendek a Heşdî Şebî kirin û piştre ketin dibistanek li gund. Piştî şerê nêzî saetekê çete vekişiyan.
Berpirsê Parastina Nexweşxaneya Giştî ya Xaneqînê Telhet Refhet ragihand ku di şer de 3 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin û 4 birîndar jî gihîştin nexweşxaneyê.
Navê çekdarên Heşdî Şebî yên hatine kuştin wihane: Şakir Talib, Necim Ebid û Ehmed û Ebûd.
ROJNEWS/XANEQÎN